‘Tecrîda li ser Rêbertî israra ji bo siyaseta destpotiyê ya li ser herêmê ye’

Siyasetmedarên Ereb û Kurd li ser pêwîstiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan axivîn û da zanîn ku berdewama tecrîdê tê wateya israra li ser ferzkirina dîktatorî û destpotiya li ser gelên Rojhilata Navîn.

‘Tecrîda li ser Rêbertî israra ji bo siyaseta destpotiyê ya li ser herêmê ye’
20 nîsan, 2022   07:55
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji 25’ê Adara 2021’an de dema peywendiya telefonê di navbera rêber Abdullah Ocalan û birayî wê Mihemed Ocalan de çêbû ku 5 deqe dom nekir û qut bû, tu agahî ji rêber Ocalan nayên girtin.

Li gorî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji 2021’an ve 273 serlêdanên hevdîtina bi rêber Ocalan re hatine redkirin.

Desthilatên Tirk 71 daxwaznameyên malbata rêber Ocalan û 202 daxwaznameyên parêzeran red kirin.

Li gorî Boruya Hiqûqê ya Sedsalê, di 11 salên dawîn de 5 hevdîtin bi rêber Ocalan re pêk hatin, herî dawî jî parêzeran di Tebaxa 2019’an de, malbata wî jî di Adara 2020’an de hevdîtin pê re kirin.

Der barê mijarê de endamê Partiya Çep li Sûriyê Ebdulhemîd Şêxmûs wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide tevahî çareyên ji dozên Rojhilata Navîn re asê asteng bike. Ji ber wê tecrîdê li ser rêber Ocalan girantir dike. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji wan krîzan sûdê digire."

Şêxmûs wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker bi rêya destpotî, dîktatorî û xeniqandina gelên herêmê, herêmê kontrol bike û di kiryara xwe ya mêtingerî û siyaseta xwe ya dewleta Osmanî de berdewam e. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker tecrîdê giran dike, nahêle ne malbat ne jî parêzerên rêber Ocalan hevdîtinê pê re bikin."

Şêxmûs wiha pê de çû: "Bi derketina felsefeya rêber Ocalan, gelên Rojhilata Navîn bi giştî bi coşeke mezin pêşwaz kir, ji ber fikir û pêkanîna wê zelal û eşkere bûn. Ev jî dihêle em piştrast bikin ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê tevahî krîzên li Rojhilata Navîn, bi taybet doza Kurd, çareser bike."

Li aliyekî din jî cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafezakarên Demokrat Ekrem Mehşûş da zanîn ku fikir û felsefeya rêber Ocalan di hemû aliyan de sûdeke mezin li herêmê kir ku ji bo çareserkirina dozên li Rojhilata Navîn girîng in.

Mehşûş wiha got: "Rêber Ocalan bi rêya îdeolojiya xwe tevahî pêkhate nêzî hev kirin, ne pêkan e ev krîz bêyî serbestberdana rêber Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê, werin çareserkirin."

Ebdulhemîd Şêxmûs û Ekrem Mehşûş bang li gelê herêmê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe gur bikin û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Ji ber rêber Ocalan di girtîgehê de di oxira azadiya gelên herêmê de tê dikoşe û erk e ku helwesta gelên herêmê yên destekdayîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî hebe."

(fr)

ANHA