​​​​​​​Silêman Silêman: Parastin erka her kesî ye

Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Silêman Silêman da zanîn ku divê hemû ferdên civakê parastina herêmê bikin û got "Divê hemû gel li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin."

​​​​​​​Silêman Silêman: Parastin erka her kesî ye
20 nîsan, 2022   07:33
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Ji tecrubeyên şoreşên cîhanê tê misogerkirin ku ger vîna gelan li hember armanceke diyar bû yek, dê bi ser bikeve, her wiha parastina xak û herêmê ji êriş û şerên derve erka hemû ferdên wî welatî ye.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gef û êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ye, lê gelo wek gelên herêmê erka li hember vê yekê çi ye?

‛PARASTINA HERÊMÊ ERKA HEMÛ WELATIYÊN HERÊMÊ YE’

Der barê mijarê de hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî li herêma Firatê Silêman Silêman wiha got: "Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gelek caran de herêmên xwe parastin û di dema êrişan de li gel hêzên leşkerî sekinîn. Ji ber parastin erka li ser tevahiyan e."

Silêman wiha domand: "Divê neyê gotin ku hêzên leşkerî hene ku li hember êrişan disekinin û parastina xakê dikin, lê belê divê hemû gel her tim li kêlek hêzên leşkerî bisekine. Ji ber gel dest bi şoreşan dikin û parastina wan ji êrişan derve dikin. Dema hêzên leşkerî dibînin ku gel destekê dide wan û li kêlek wan disekine, moralên xwe bilind dibin û bi çi berdêlî dibe destkeftiyan bi dest dixin."

Der barê êrişa li ser girtîgeha Sînaa û sekna welatiyan li hember êrişê de, Silêman wiha pê de çû: "Dema şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êriş girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kir rola şêniyan di bersivdanê de mezin bû. Ji ber destek da QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, parastina taxên xwe bi şev û roj kir."

‛PARASTINA XAKÊ JI AV Û NAN GIRÎNGTIR E’

Li ser parastina xak ji dijminan di vê demê de Silêman ev tişt got: "Di vê demê de parastina herêmê û xakê ji dijminan ji avê û nan girîngtir e. Dema êriş xakê tê kirin û tê dagirkirinê, ew mirin bi xwe ye. Dema herêm tê rizgarkirin, divê destpêkê bi parastina wê bê fikirîn. Ji ber parastina erka hemûyan e, ne tenê bi çekê dibe, lê belê bi gelek tiştan dibe. Xweparastin ji nirxên mezin e."

Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Silêman Silêman wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel hêzên leşkerî li hember çi êrişên derve bisekinin. Ji ber dijmin dema êrişî herêmekê dike cudahiyê naxe navbera biçûk û mezinan. Bo nimûne êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê û bombebarankirina welatiyan bi çekên kîmyewî."

(fr)

ANHA