Li Efrînê di du hefteyan de 21 welatî hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker li pêşiya çavên civata navneteweyî sûcên li dijî şêniyên Efrînê û xwezaya wê didomîne. Di du hefteyên borî de dagirkeran 21 welatî revandin û zêdetirî 500 darên zeytûnan birîn.

Li Efrînê di du hefteyan de 21 welatî hatin revandin
20 nîsan, 2022   07:05
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Li gorî çavkaniyan, îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê di 15 rojên dawî de 21 welatî li Efrînê revandin.

2`ê Nîsanê, çeteyên bi navê ''Polîsên Leşkerî'' yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê girtin ser mala Arif Nebî Daûd (32) û mala Ehmed Leyla û her du welatî revandin. Çarenûsa wan heta niha ne diyar e.

3`ê Nîsanê, çavkaniyekê ji navçeya Şera ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” welatiyê bi navê Hesen Nesan Berazî (23) revand, ber cihekî ne diyar û aqûbeta wî nayê zanîn.

5`ê Nîsanê, çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên El-Hemzat welatiyê bi navê Yûsif Mehmûd Osman yê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa, revand.

Çavkanî destnîşan kir ku ji ber Yûsif pezê xwe li nêzî baregeheke çeteyan diçêrand, çeteyan êşkence li Yûsif kiriye.

Çavkaniyekî din jî ragihand ku komeke çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Şukrî Xelîl Îbrahîm ê ji gundê Xalta yê girêdayî navçeya Cindirêsê revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir. Aqûbeta Şukrî Îbrahîm nayê zanîn.

Di 29`ê Adara borî de,  çavkaniyekî ragihand ku endamên koma bi navê Ewlehiya Siyasî welatiyê bi navê Mihemed Mamo (43) ê ji gundê Ebdalo yê navçeya Bilbilê bi tawana ku beriya dagirkirinê derdiket nobedariyê, revand.

Çavkanî destnîşan kir ku welatiyê bi navê Mihemed Mamo ku mûxtarê gund e û ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû erkdarkirin ber bi navenda ewlehiyê ya girêdayî îstixbaratên dewleta Tirk a li navenda kantona Efrînê ve hate birin û çarenûsa wî heta niha ne diyar e.

Li gundê Kurzêlê yê girêdayî Şêrawa jî çavkaniyekî ragihand ku çeteyên Polîsên Leşkerî bi ser gund de girtin û welatiyê bi navê Elî Murad revand.

Çavkanî da zanîn ku welatiyê bi navê Elî piştî dagirkirina Efrînê koçberî bajarê Helebê bûbû û sala par vegeriyabû kantona Efrînê.

Li gorî çavaniyekî ji navçeya Raco, çeteyên Polîsên Leşkerî du welatî ji gundê Mamilo yê girêdayî navçeyê revandin. Navên wan wiha ne; Hesen Mihemed Emarî (45) û Sebrî Yûsif Cewaliq (70). Li hemberî berdana wan çeteyan fidiye xwestin.

Çeteyên Feyleq El-Şam jî welatiyê bi navê Luqman Îbrahîm Hesen ku ji gundê Xawendo Meydano yê girêdayî navçeya Raco revand û çarenûsa wî ne diyar e.

Li gorî çavaniyekî din, dewriyeyeke hevbeş ya îstixbaratên dewleta Tirk û çeteyên Polîsên Leşkerî du birayên bi navê Hesen Qere (55) û Hisên Qere (62) ji gundê Mosako yê navçeya Raco bi tewana ku beriya êrişên li ser kantonê beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bibûn, revandin.

Di 8`ê Nîsanê de çeteyên “Lîwa Semerqend” welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Nûrî (37) ku ji gundê Kefer Sefirê yê navçeya Cindirêsê ye revand. Mihemed Xelîl Nûrî di 4 salan de ev cara sêyemîn e ku bi tewna pêkanîna erka xweparastinê beriya êirşên li ser Efrînê tê revandin. Mihemed Xelîl ber bi navenda dadgeha leşkerî ya navçeyê ve hate birin û çarenûsa wî heta niha ne diyar e.

Di 11`ê Nîsanê de çeteyên Polîsên Leşkerî ciwanê bi navê Mihemed Şukrî Şêx Seydî (28) ku ji gundê Şêxotka yê navçeya Mabeta ye revand. Aqûbeta wî hîna nayê zanîn.

REVANDINA ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ LI DE

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Menan Fayiq ê ji gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê revand. Endamên îstixbaratên dewleta Tirk bi ser mala Mihemed a li herêma Esenyurt a Stanbolê de girt û ew revand. Zêdetirî mehekê di ser revandina wî re derbas bûye.

Îstixbarata dewleta Tirk di du hefteyên borî de welatiyê bi navê Ednan Bekir û zarokên wî Amir Ednan Bekir, Mihemed Ednan Bekir bi hincetên derew revandin.

Her wiha îstixbaratên dewleta Tirk welatiyên bi navên Rifet Elîko û Ehmed Ismet Elîko yên ji Gundê Hisê yê navçeya Mabeta, revandin.

Her wiha dewriyeyeke hevbeş ya cendirme û îstixbarata dewleta Tirk girtin ser mala welatiyê bi navê Mistefa Hisên Casim (59) a li bajarê Qeyserî yê Tirkiyê û bi tewana ku birayên wî koçberî kantona Şehbayê bûne, revand.

ZÊDETIRÎ 500 DAR HATIN BIRÎN

Çeteyên dewleta Tirk di du hefteyên borî de 522 darên zeytûnan û darên din birîn da ku bazirganiyê bi wan bikin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên dewleta Tirk 35 darên zeytûnan li derdora gundê Tewîl ê girêdayî navenda kantona Efrînê yên welatiya bi navê Suheyla Xelîl birîn.

Her wiha komeke çeteyan 12 darên bihîvan li nêzî daristanên derdora kantona Efrînê yên welatiyê bi navê Hisên Mihemed Mihemed ê ji gundê Tirindê yê Efrînê, birîn.

Çeteyên El-Emşat jî 100 dar li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta birîn da ku bazirganiyê bi êzingên wan bike.

Çeteyên Sultan Mûrad jî 350 darên zeytûnan li zeviyê welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Îbiş birîn û ew birin navenda xwe ya li gundê Qizil Paşa yê navçeya Raco. Her wiha heman komê 25 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Celal Umer ê ji gundê Bêla, birîn.

DESTESERKIRINA MAL Û MILKÊN ŞÊNIYÊN KOÇBER BÛNE

“Nivîsgeha Aborî” ya girêdayî çeteyên Cebhe El-Şamiye bi armanca guhertina demografiya herêmê dikanên koçberan yên li sûka hal a taxa Eşrefiyê yên ku desteser kirine, li beramberî 35 yan jî 40 dolarî bi kirê didin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên El-Şamiye bestekên ku li aliyê başûr yên li ser rêya sûka hal ya herêma pîşesazî bi 200 lîreyên tirkî bi kirê didin. Her wiha çeteyên El-Şamiye dest danîne ser 75 dikan û 45 besekên şêniyên Efrînê.

TECAWIZKIRINA DI BIN NAVÊ ZEWACÊ DE

Rêbazekî nû li sûcên dewleta Tirk li Efrînê zêde dibe. Çavkaniyekê teqez kir ku serçeteyekî El-Cebhe El-Şamiye yê bi navê Mistefa El-Zihûrî (bi navê Ebû Husam tê naskirin) jinek Kurd neçar kir ku pê re bizewice.

Çavkanî da zanîn ku serçete gef li wê jinê xwariye ku eger pê re nezewice dê bi bihaneya têkilî bi xizmên xwe yên li Şehbayê re danîne, wê bigire.

Li gorî çavkanî, navê wê jinê Şêrîn Fewzî Elîko ye û ji şêniyên Gundê Hisî yê girêdayî navçeya Mabetayê ye.

(bx)

ANHA