​​​​​​​‘Yekane rêbaza li hember qirkirinê tifaqa gelan e’

Siyasetmedar û nivîskarên Ereb û Asûr da zanîn ku yekitiya pêkhateyên herêmê li gorî teoriya neteweya demokratîk rêbaza yekane ya parastina gelan ji qirkirinê ye.

​​​​​​​‘Yekane rêbaza li hember qirkirinê tifaqa gelan e’
20 nîsan, 2022   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Herêma Rojhilata Navîn bi giştî, Iraq, Sûriye, Lubnan û Kurdistan bi taybet, rûbirûyî astengiyên dijwar û qonaxa xeternak in ku di dîrokê de yên herî xeternak in.

Di vê herêmê de gel, etnîsîte û olên cihêreng hene û ev yek ji dêvla bibe xêr, bû pirsgirêk. Hêzên ku çavê xwe berdane herêmê û berhemên wê parçebûnek xiste nava gel û olan. Li Lubnan, Iraq, Sûriye û hwd şerên etnîk derxistin.

Hêzên siyasî û olî yên li herêmê destekê didin şerê etnîk û nakokiya neteweyî yên li van welatan, heta teoriya neteweya demokratîk û biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket, ev şerê etnîkî rawestî. Ji ber ku ji dema ketiye pratîkî ve li hember vê yekê sekinî û aktîfbûna xwe di çareserkirina krîzên dîrokî yên li herêmê de îsbat kir.

Serkeftina modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû armancên hêzên herêmî ku çav berdabûnê herêmê derbe kirin. Bi wê re dewleta Tirk nikarî projeya xwe ya kontrokirinê temam bikira û Mîsaqî Millî ya bi armanca kontrolkirina herêmê pêk bianiya. Ji wê zêdetir jî hêviyên PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ku serweriya xwe li Rojava fireh bike û ji modela Rêveberiya Xweser fikar e.

Modela neteweya demokratîk û biratiya gelan bijarteya şerê di navbera van gelan de ji destê dewleta Tirk û hêzên din derxist. Lê ji bo bersivdana wê yekê, dewleta Tirk dest bi êrişên li dijî hêzên gerîla kir ku nuqteya yekemîn e ku neteweya demokratîk ji wir dest pê kir.

Dewleta Tirk a dagirker berbanga roja duşemê êrişên qirkirinê li dijî herêma Zap, Avaşîn û Metîna ragihand. Ev êriş piştî 3 rojan ji serdana Mesrûr Barzanî û şandeya PDK’ê ji Tirkiyê re û hevdîtina serokkomarê Tirkiyê û serokê MIT’a Tirk pêk hat.

Hemwextî wê dewleta Tirk bi dijwarî î Zirgan, Til Temir û Eyn Îsa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirom.

‛YEKITIYA EREB Û KURDAN GARANTIYA HER DU ALIYAN E’

/ar/uploads/files/2022/04/19/174018_mhsn-awdh-allh.webp

Nivîskar, rojnameger misirî û pisporê kar û barên dewleta Tirk Muhsin Ewedellah der barê mijarê de wiha got, pêwîst e gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermen û hemû pêkhateyên wê yên olî û etnîkî, li hember destwerdanên çi Tirkiyê yan jî Îranê hevgirtî û yek bin.

Ewedellah wiha domand: "Ji bilî hevgirtina Ereb û Kurdan, tu çareserî li hember van destwerdanan, bi taybet ên dewleta Tirk, ne pêkan e. Yekitiya Ereb-Kurd bi taybet ji her du aliyan re misogerî ye. Bêyî kurdan mayîna ereban tune ye û bêyê ereban mayîna kurdan tune ye. Divê her du alî vê yekê bizanin."

Ewedellah wiha pê de çû: "Dema dewleta Tirk û beriya wê jî Îran karîn nakokî di van têkiliyên navbera ereb û kurdan de çêkin. Ev hêz çi Tirkiye yan jî Îran planên xwe p êk anîn û herêm li gorî hegemoya xwe parçe kirin. Heke em bixwazin mudaxeleyên van dewletan bi dawî bikin, divê em tiştan vegerînin bingeha wan. Em kurd û ereban vegerînin dîroka wan a hevbeş û têkiliyên kevnar."

DEWLETA TIRK ÇAWA NAKOKÎ DI NAVBERA KURD Û EREBAN DE ÇÊKIRIN?

Li ser rêbazên hêzên hegemon, di serî de dewleta Tirk, ên pêkanîna nakokiyê di navbera gelên herêmê de nivîskar û rojnamegerê misirî Muhsin Ewedellah wiha pê de çû: "Da ku dewleta Tirk karibe planên xwe û hegemonya xwe li Rojhilata Navîn û dewletên herêmê pêk bîne û kontorl bike, destpêkê; têkiliyên di navbera Kurd û Ereb de xira kir. Kurd reş kir. Gelek nifş têkildarî kurdan tiştekî nizanin tenê zanin ku ew ajan in û dixwazin Rojhilata Navîn parçe bikin. Mixabin ev hewldana Tirkiyê bi ser ket û di nav gelê Ereb de belav bû."

Girêdayî mijarê Ewedellah wiha anî ziman: "Li aliyekî din jî Ereb bi nêrîna kurdan êrîşkar, dagirker in, her wiha hemû Sedam Hisên, Baasî û xwînvexwar in. Bi vê nêrîna dijminane re ku dewleta Tirk di çêkirina wê navbera her du aliyan de bi ser ketiye, bandoreke mezin kir ku dewleta Tirk armancên xwe li gorî teoriya "parçe bike û bi rê ve bibe" pêk bîne. Bi wê yekê dema ev her du gel dibin yek, dê hebûna dewleta Tirk bi dawî bibe."

‛YEKITIYA EREB Û KURDAN GEFAN LI SERWERIYA DEWLETA TIRK DIXWE’

Li ser metirsiya dewleta Tirk ji yekitiya Ereb û Kurd Muhsin Ewedellah ev tişt got: "Dewleta Tirk baş dizane ku yekitiya Ereb û Kurd gefan li berjewendî û mayîna wê dixwe. Hewl da vê hêzê parçe bike û Ereb ji hundir ve parçe kir. Têkiliyên wê yên xurt bi komên diyar hene, mîna koma Îxwanan an jî şepêlên îslamî yan jî dewletên piştgir mîna Qeterê. Dûvre dijminatî bi dewletên mîna Misir û dewletên Kendavê re kir û piştre vegerî ku careke din bi dewletên Kendavê re li hev bike û niha jî hewl dide bi Misirê re li hev were. Di dawiyê de ew li gorî siyasetek pragmatîk tev digere, xema wê tenê serweriya xwe li herêmê fireh bike."

Ewedellah ev tişt anî ziman: "Bi wê re divê em destpêkê armancên rasteqîn ên planên dewleta Tirk li herêmê baş bizanin ku tu sûdê li herêmê nakin, lê hewl dide Mîsaqê Millî pêk bîne, herêmên Împratoriya Osmanî vegerîne. Heke Ereb vê rastiyê nizanibin, dê vegere û xewna Osmaniya nû pêk were."

‛XALÊN LIHEVKIRINÊ JI YÊN NAKOKIYÊ PIRTIR IN’

Li ser çawaniya yekkirina gelan Ewedellah wiha xuya kir: "Tê xwestin ku em rûpeleke nû ya têkiliyan vekin, li têkiliyên hevbeş, yên me komî ser hev dikin û herêmên yekitiyê bigerin, ne li herêmên nakokiyê bigerin. Gelek xal hene ku Ereb û Kurd, suryanên asûr û gelên din li hev kom dikin. Em gelên herêmê xwedî mîraseke dîrokî ne ku tê de gelek hêmanên lihevkirinê hene. Lê mixabin dewletên dagirker hewl da xalên nakokiyê kûrtir bikin, da ku xalên hevbeş qels û biçûk bikin.”

Ewedellah wiha pê de çû: “Divê em di mayîna gelên herêmê de cidî bin, em bibin yek û bi hev re rûpeleke nû li ser hevkarî, biratî û hezkirinê dûrî siloganên neteweyî, nijadperestî û olî kevin. Di mirovahiyê de em hemû bira ne, em hemû ji Adem û Hewa ne."

‛PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK TÊRA HILWEŞANDINA HEMÛ PLANAN DIKE’

Li ser teoriya neteweya demokratîk rojnamegerê misirî Muhsin Ewedellah ev tişt anî ziman: "Yekitiya gelên herêmê li gorî teoriya neteweya demokratîk û li gorî modela Sûriyê bi taybet têra hilweşandina planên dewleta Tirk dike. Rêveberiya Xweser bi taybet modeleke taybet li Rojhilata Navîn pêşkêş dike ku tevahî gel, etnîk û olan di bin sîwanekê de li hev dicivîne. Tu ferq di navbera êzidî û muslim, sunne û şîe, elewî, kurdî û erebî de tune ye. Hemû bira ne û welatiyên sûrî ne.”

Li gorî Ewedellah ev taorî bi tenê, çareya guncaw ji krîza Sûriyê re ye ku cîhan di zêdetirî 10 salan de naxwaze çareser bike.

Her wiha Ewedellah da zanîn ku ger gelên herêmê ev nakokî têk birin û projeya neteweya demokratîk pêk anîn dê Sûriye bibie dewleteke demokratîk, dewleteke azad û xwedî hêza yekitiyê ku tê de hemû gel li hev kom bibin û wiha axivî: "Dibe ev modela Sûriyê bibe destpêkeke nû û xala ronahiyê li tarîtiyên Rojhilata Navîn û bi wê re ev tecrûbe li tevahî herêmê belav bibe, rola dewleta Tirk li tevahî Rojhilata Navîn kêm bibe."

‛HELWESTA TIRKIYÊ YA DIJMINANE NE NÛ YE’

/ar/uploads/files/2022/04/19/174004_jwny-hrmz.webp

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Asûrî ya Demokratîk Conî Hurmuz destpêkê li ser êrişên dewleta Tirk axivî û wiha got: "Helwesta dewleta Tirk li Sûriyê ne nû ne yan jî awarte ne. Ji girîngtirîn û piranî dewletan ku destwerdana Sûriyê kiriye. Yek ji sedemên berdewama kirzî û kûrkirina dîmena siyasî ye. Ew jî bi rêya destekdayîna kom û hêzên terorîst an jî destwerdana yekser li hin herêman, mîna niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi taybet li herêma Cizîrê ku rojane ji aliyê dewleta Tirk ve û hêzên bi piştgiriya Enqereyê tê topbarankirin. Bi wê yekê hewl didin herêmên dagirkeriyê û serweriyê fireh bikin, guhartina demografiyê pêk bînin ku bikevin xizmeta berjewendiyên wan ên mêtingeriyê."

Hurmuz wiha domand: "Ji bo hilweşandina vê projeyê û van armancan diviyabû tedbîr li hember van astengiyên ku êdî li ser tevahî gelên herêmê yên Ereb, Kurd û Asuriyan xeteriyê çêdike, bihata girtin. Ew yek jî dê bi rêya yekitiya gotin û helwesta siyasî di navbera tevahî pêkhateyên herêmê de pêk bê. Her wiha hewayeke guncaw ji komên terorîst ên çekdar re pêk neyê ku hewl didin herêmê wêran bikin, welatiyên qetil bikin û bidin koçberkirin."

‛DEWLETA TIRK CIVAKÊ JI BO ARMANCÊN XWE PARÇE DIKE’

Siyasetmedarê asûrî li ser rêbazên dewleta Tirk ên pêkanîna şerê navxweyî di nava gelan de axivî û wiha domand: "Ew tişt li hemû herêmên di bin kontrola komên alîgirên dewleta Tirk de eşkere bûn ku qaşo pêkhateyeke gelê Sûriyê diparêzin û pêkhateyên din hedef digirin. Mîna ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, da ku nakokiyên neteweyî, etnîkî pêk bîne û civakê parçe bike, ev bi giştî ji bo pêknaîna berjewendiyên xwe dike."

‛GAV Û MEKANÎZMAYÊN PÊKANÎNA YEKITIYA PÊKHATEYAN’

Siyasetmedarê asûrî der barê gavên ku divê ji bo pêkanîna yekitiya gelan wiha rêz kirin: "Pêdiviya vê mijarê, bi gav û mekanîzmayên xebateke rasteqîn hene ku xwedî vîna siyasî bin ku bi pêkanîna yekitiya gelan li ser bingeheke rasteqîn, xurt û hevbeş a girtina biryarê û sazkirina pêşeroja herêmê û ewlehiya wê bawer dike. Divê rêgeza demokratî û edaletê bibe gava pêşîn û rast a pêkanîna yekitiyê."

Siyasetmedarê asûrî Conî Hurmuz di dawiya axaftina xwe de hin gav destnîşan kirin û wiha got: "Divê rêz li hember taybetmendiyên her pêkhateyekê û mafên wê yên gistî di xebata siyasî û rêvebirina saziyên wê yên civakî û leşkerî de bê girtin û mafên wê bi rêya tedbîr û qanûnên bl parastin. Divê têkilî bên pêşxistin û bawerî di navbera partiyan û gelên herêmê de werin girtin. Divê hevkarî û koordîneya giştî di navbera hemû hêzên siyasî û gel de hebe da ku aştî bê parastin."

(fr)

ANHA