​​​​​​​Gulîstan Etê: Siyasetên qirêjî yên dewleta Tirk li herêmê dewam dikin

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gulîstan Etê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di meha Remezanê de careke din ava çemê Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qut kir û bang bilindkirina têkoşîna li dijî siyasetên wê kir.

​​​​​​​Gulîstan Etê: Siyasetên qirêjî yên dewleta Tirk li herêmê dewam dikin
20 nîsan, 2022   06:44
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Ji 27’ê Çileya îsal ve dewleta Tirk a dagirker asta ava çemê Firatê li ser herêmê kêm kir.

Çemên ku derbasî Sûriyê dibin ji sedî 70 pêwîstiyên gelê Sûriyê peyda dikin. Çemê Firatê ji sedî 35 pêwîstiyên bajar û bajarokên Sûriyê yên avê, çandinî û kehrebeyê peyda dike.

Li gorî komîte û desteyên çandiniyê yên Rêveberiya Xweser çemê Firatê 900 hezar hektar erdên çandiniyê yên genim û ceh, her wiha baxçe û darên fêkî av dide.

Lê ji havîna 2020’an ve derdora 400 hezar hektar erd ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker bê av mane.

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gulîstan Etê diyar kir ku careke din dewleta Tirk a dagirker qanûnên navneteweyî binpê dike, ava çemê Firatê bi ser Sûriyê û Iraqê de qut dike.

Gulîstan Etê got dewleta Tirk statuya Kurdan qebûl nake, êriş dike, dixwaze tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, lê planên wan bi bin ketin û niha jî berê xwe dide siyaseteke qirêjî ku ew jî qutkirina ava çemê Firatê ye.

Gulîstan Etê destnîşan kir ku qutkirina ava çemê Firatê ziyaneke mezin digihîne gelên herêmê û got: "Divê Sûriye û Iraq daxwaza mafê xwe ji avê bikin, divê hemû welat bê deng nemînin. Dewleta Tirk li dijî gelên herêmê sûc dike.”

Gulîstan Etê got: “Dewleta Tirk qaşo xwe wek dewleteke îslamî dibîne lê siyasetên xwe yên qirêjî di meha Remezanê  de jî dewam dike.”

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gulîstan Etê di dawiyê de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin.

ANHA