Ji 1992'yan heta 2022'yan şerê xiyanetê-Rauf KARAKOÇAN

Ji 1992'yan heta 2022'yan şerê xiyanetê-Rauf KARAKOÇAN
19 nîsan, 2022   23:38

Salên 1990'î salên herî geşbûna tevgera azadiya Kurdistanê bûn. Li Kurdistanê pêlên serhildanê dest pê kirin û di nava gel de şiyariyeke mezin a siyasî çêdibû. Nisêbîn, Cizîr û Amed wek navendên pêşeng ên serhildanan bûn, di heman demê de berxwedaneke girseyî li tevahiya Kurdistanê belav bû. Gel û gerîla bi hev ve hatin girêdan û bi hev re bi pêş diketin. PKK'ê hişmendiyeke xurt a şoreşgerî afirand û tevgera siyasî ya Kurd jî geş bû. Wan salan pirsgirêka Kurd wek pirsgirêkeke siyasî hat dîtin. Bi taybetî sala 1992’yan ji gelek aliyan ve li Kurdistanê qonaxeke girîng bû.

Li çar parçeyên Kurdistanê hişmendiya welatparêziyê xurt bû û bandorê li gel kir û veguherî çalakiyan. Di heman serdemê de kontrola qadê ya gerîla jî berfireh bû. Mezinbûna çendanî û çawanî ya gerîla qat bi qat dewam dikir û dijmin însiyatîfa xwe winda dikir. Destkeftiyên leşkerî, siyasî û rêxistinî zêde dibûn. Di serdemeke wisa de kana xayintiyê ya hevkar a li Başûr ket nava tevgerê û şerên xiyanetê yê 1992’yan dest pê kir.

Xiyanetkarên  hevkar ên li Başûr bû bela serê tevgera azadiyê ya Kurdistanê, ku ev yek heta van rojan jî diçe. Bi her awayî hewl dan Başûr li ber têkoşîna azadiyê bigirin. Li gelek cihan li pey hev komkujî pêk hatin û komplo, provokasyon, ambargo, girtin çêbûn û heta komkujiya li nexweşxaneyê ya li Hewlêrê pêk hat.

Şerê xiyanetê yê sala 1992'yan zirareke mezin da têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, pêşketina wê asteng kir û êşeke mezin da gelê me. Di demekê de ku di şerê gel ê şoreşgerî de PKK serwer dibû, xiyanet ket dewrê û derb li tevgera gerîla xist û dijmin rizgar kir. Bi têkiliyên nokeriyê, ji wê demê ve tevkariyên pir girîng bi dijmin re kirine.

Têkiliyên Barzaniyan bi dewleta Tirk a faşîst re stratejîk in û li pêşiya yekitiya neteweyî ya Kurd dibin asteng. Di vê qonaxê de Barzanî di nava Kurdan de bûne aliyek ku zîhniyeteke hevkar, xayin, faşîst temsîl dikin. Rêveberiya Barzanî armanc dike ku muxalîfên xwe yên siyasî bê bandor bike û li Başûr ber bi rejîmeke yek partiyî ve biçe. Şerê ku jê re dibêjin Şerê Bikrakujiyê jî ji ber hewldana bidestxistina desthilatê bû.

Di salên piştî 1992’yan de gelek caran hewldanên bi heman rengî yên xiyanetê rû dan û pevçûn çêbûn. Di nîveka salên 1990'î de bi artêşa Sedam re bû yek, Hewlêr ji YNK'ê stand û parlemento girt û niha jî bi artêşa Tirk re dibe yek da ku êrişî PKK'ê bike. Hem rêbaza wê hem jî taktîkên wê xwe dispêrin xiyanetê. Malbata Barzaniyan ji bo xatirê berjewendiyên biçûk, hewl da şerekî ku pêşeroja gel îpotek bikin, berjewendiyên neteweyî bidin destê dijmin û bi çarenûsa gelan lîst. Ev şer dê ne şerekî asayî be, lê şerê herî mezin ê xiyanetê yê dîroka Kurdan be. Êriş û tunekirina li dijî têkoşîneke gel a azadiyê sûcekî giran e. 

30 sal e zihniyeta xayîntiyê neguheriye û hê faşîsttir bûye. Ev şerê xiyanetê ku di bihara 2022’yan de dan destpêkirin, ne şerekî asayî ye, hemû destkeftiyên Kurdan dike hedef. Bi armanca tesfiyekirina PKK'ê dê ne tenê Kurdan, her wiha dê hêviya azadiyê ya gelên herêmê û daxwaza pêkjiyanê tune bike. Ev şerekî wisa ye ku dê xizmeta berjewendiyên herêmî yên dewleta Tirk bike û şerê fedakirina Kurdan e. Ev pêngava dewleta Tirk dê ji bo Îran, Iraq, Rojava, welatên Ereban û Rûsyayê jî xetere be. Divê ev ji niha ve bê dîtin. Divê PDK pê bizane ka di nava tifaqeke çi qas qirêjî de ye.

Têkiliya bi dewleta Tirk re dê zirarê bide statuya heyî ya Başûrê Kurdistanê jî. Dê Başûr bikeve bin serdestiya Tirkiyê û gelê Kurd bibe civakeke ku vîna wê ya siyasî hatiye şikandin û hatiye desteserkirin. Barzaniyan bi dewleta Tirk re li hev kir û hewl didin dînamîka berxwedanê ya gelê Kurd anku PKK'ê tune bikin ku ev yek hewldana tepisandina gelê Kurd e.

 Ji bilî dewleta Tirk a faşîst tu kesî berjewendiyeke xwe ji vî şerê xiyanetê nîn e. Heta di demeke dirêj de ji bo Barzaniyan jî dê ne baş be. Divê bizanin ku piştî PKK'ê dora wan e. Çi zû çi jî dereng, dê bibin xizmetkarên dewleta Tirk. Bi ketina nava vî şerî re dê erozyoneke mezin di siyaseta Kurd de çêbe. Dema di siyasetê de bêprensîbê hebe, teslîmiyet û xiyanet mecbûrî dibe. Rewşa Barzaniyan hem li pêşberî dîrokê hem jî li ber çavên civakê sûcekî giran e.

Tevî hewldanên yekalî, fedakarî û hişyariyên PKK'ê jî, Barzaniyan ji vî şerî dûr neketin. Barzaniyan xwe bêhtir bi dewleta Tirk a faşîst ve girê daye. Dewleta Tirk çav berdaye petrola Kurdistanê û bi ser de jî hewl dide vê xeta derbasbûna enerjiyê bi xwe kontrol bike. Rêveberiyeke hevkar a ku xiyanet li gelê xwe kiriye, dê ji bo dewleta Tirk jî her tim bibe hevkarekî bêbext. Di serhildanên Kurdan de yên xiyanet li gelê xwe kirin, dema li benda xelatên xizmeta bûn, ji canê xwe bûn.

Dewleta Tirk û Barzanî dixwazin bi şerê li dijî PKK'ê tesfiyekirineke mezin pêk bînin. Gelê me ji niha ve bi hesasiyeteke mezin herikî qadan. Kurd helwesteke biryardar nîşan didin û heta ku encamê bistînin divê berdewam bikin. Belavbûna şer tê wê wateyê ku felaket ji bo Kurdan nêz e. Divê çar parçe destûrê nedin vî şerê xiyanetê yê li ser çarenûsa gelê me yê li Kurdistan û derveyî welat.