Dagirkeriya Tirk Eyn Îsa bi dijwarî topbaran kir

Şeva din artêşa Tirk a dagirker gundewarên rojhilat û rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.

Dagirkeriya Tirk Eyn Îsa bi dijwarî topbaran kir
20 nîsan, 2022   06:23
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji navçeya Eyn Îsa ragihand ku şeva din derdorê saet 3:00`an arêtşa Tirk a dagirker gundewarên rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.

Nûçegihanê me da zanîn ku gundê Mişêrfê û rêya M4 yên gundewarê rojhilatê Eyn Îsa, gundên Hoşan û Xalidiyê û rêya M4 li gundewarê rojavayê navçeyê hatine topbarankirin.

(cx)

ANHA