​​​​​​​Însyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan piştgirî da berxwedana gerîla

Însyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan ji bo Aramî û Aştiyê piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Kurd li dijî dagirkeriya Tirk ragihand û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê şermezar kirin.

​​​​​​​Însyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan piştgirî da berxwedana gerîla
19 nîsan, 2022   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Însyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan ji bo Aramî û Aştiyê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK'ê li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Însyatîfê di daxuyaniya xwe de got, êrişa artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hemwextî êrişên artêşa Iraqê li ser Şengalê pêk hatiye û ev tişt anî ziman:

''Em weke Însyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan ji bo Aramî û Aştiyê piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd di berxwedana li dijî dagirkeriyê destnîşan didin. Her wiha êrişên dagirkirinê yên Tirkiyê ên li ser herêma Kurdistana Iraqê û êrişên Iraqê yên li ser çiyayên Şengalê bi tundî şermezar dikin. Em dibînin ku ev êriş qet nakeve xizmeta gelê Kurd bi taybet û gelê Iraqê bi giştî."

Her wiha got, dewleta Tirk dijminatiya Kurdan û gelên din dike û hebûna gerîla dike behane, lê ew dixwazin Empratoriya Osmanî careke din vegerînin. Însyatîfê diyar kir ku ne ji hevkariya PDK'ê û erêkirina Amerîka û Ewropayê bûya, dewleta Tirk nedikarî mîna vê êrişê pêk baniya.

Her wiha di daxuyaniyê de behsa rewşa jinan jî hat kirin û ev tişt hat gotin:" Artêşa Tirk destkeftiyên jinan dike hedef, li herêmên dagirkirî yên Sûriyê weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ev yek eşere derket holê."

Însyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan ji bo Aramî û Aştiyê di dawiyê de bêdengiya civaka navneteweyî li hember êrişên dagirkeriyê şermezar kir û bang li jinên herêmê kir ku li kêlek gelê Kurd û jinên Kurd bisekinin.

Her wiha bang li aliyên têkildaî, rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bike, êrişên dewleta Tirk rawestînin û mafên jinan, azadî û destkeftiyên wan biparêzin.

(şt)

ANHA