​​​​​​​DAIŞ’ê li Diyale êriş kir: 2 çekdarên Heşdî Eşayerî hatin kuştin

Li herêma navçeya Qeretepe çeteyên DAIŞ’ê êrişî Heşdî Eşayerî kirin û 2 çekdarên Heşdî Eşayerî hatin kuştin û hinek birînar bûn.

​​​​​​​DAIŞ’ê li Diyale êriş kir: 2 çekdarên Heşdî Eşayerî hatin kuştin
19 nîsan, 2022   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Keşekiwle ya ser bi navçeye Qeretepe ya Xaneqînê ya parêzgeha Diyale di navçeya çeteyên DAIŞ’ê û Heşdî Eşayerî de şer rû da.

Rêveberê Asayişa bajaroka Kokis a ser bi Kifrî Şemal Ebdulrehman li ser şer ev agahî dan Rojnews’ê, “Çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyek Heşdî Eşayerî kirin û şer rû da û heta niha berdemame. Li gorî daneyan 2 çekdarên Heşdî Eşayerî hatin kuştin û çend birîndar bûne. Wesayîtek Heşd li Qeretepe bi hewara hêzên xwe çûne û li gundê Keşekewil bombe pêve teqaye. Heta niha ziyana wê nayê zanîn.”