Partiya Kesk Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir û xiyaneta PDK'ê şermerzar kir

Partiya Kesk a Demokratîk cejna Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir, di heman demê de êrişa hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê û xiyaneta PDK'ê şermezar kir.

Partiya Kesk Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir û xiyaneta PDK'ê şermerzar kir
19 nîsan, 2022   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Demokratîk bi dauyaniyekê cejna Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir, êrişên artêşaTirk a dagirker ên li ser Başûr, xiyaneta PDK'ê û dorpêçkirin û êrişên li ser Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Cejna Çarşema Sor, Çarşema serê Nîsanê li gor salnameya rojhilatî, destpêka jiyanê ye û dikeve meha herî xweş li Kurdistanê, ew cejneke olî pîroz e li cem kurdên êzidî yên cîhanê, nîşana jiyana nû û berdewamiya berxwedanê ye."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hewldanên tunekirina baweriya êzidiyan û wiha hate domandin: "Lê îsal dijminên jiyana azad, navenda berxwedana ola Êzidî dorpêç kirin û hewil didin wê têk bibin, weke çawa çeteyên DAIŞ'ê di 2014'an de hewil dan.Wan dest bi kolandina xendekan kirine da Şengal dorpêç bikin. Dixwazin bi rêya lêkirina dîwar keysa xwe di Rojava û Şengal de bînin û dawî li ola Êzidî ku di dîrokê de li dijî hewildanên qirkirinê li ber xwe daye, her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji ber ku dewamkirina vê yekê wan asteng dike. Dixwazin komkujiyên DAIŞ'ê yên 2014'an bi rêya hevkariya dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê û hikumeta Iraqê dubar bikin."

Di berdewma daxuyaniyê de îşaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tik a dagirker re hate kirin û ev tişt hatin diyarkirin: "Li şûna ku PDK'ê li kêleka gel bisekine, bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîlayan li hev dike û dikeve nava planên dewleta Tirk a dagirker ên dijberî gelan û gelê Kurd bi taybet, weke wîlayeteke Tirkî dihesibînin."

Partiya Kesk a Demokratîk cejna Çarşema Sor li kurdên Êzidî dî pîroz kir, dorpêç û êrişa li ser Şengalê, her wiha tevlîbûna PDK û çekdarên wê di êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser gerîlayan de şermezar kirin û got: "Em soz didin ku em ê berxwedana xwe ji bo parastina gel û bi destxistina mafên xwe xurt bikin. Gerîla hêzeke Kurdistanî ye li her derê parastina gelê me dike, em hemû hewildanên têkbirina wê şermezar dikin."

(şt)

ANHA