Komkara Erebî êrişên dewleta Tirk ên ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Serokê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê helwesta xwe ragihand, êriş şermezar kir û weke binpêkirina serweriya Iraqê pêsane kir.

Komkara Erebî êrişên dewleta Tirk ên ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir
19 nîsan, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê red kir û weke binpêkirina serweriya xaka Iraqê bi nav kir û got: “Ji derveyî binpêkirina serweriya Iraqê binpêkirina serweriya navdewletiye jî.”

Wezareta Derve ya Iraqê îro bi fermî ji Tirkiyeyê xwest ku hemû hêzên xwe yên leşkerî ji nava xaka Iraqê vekişîne û rêzê li serweriya xaka Iraqê bigire.