Şehîd Ezîz Ereb li Eyn Îsa û Til Temirê hat bîranîn

Şehîd Ezîz Ereb di salvegera 36'an a şehadeta xwe de li Til Temir û Eyn Îsayê hate bibîranîn.

Şehîd Ezîz Ereb li Eyn Îsa û Til Temirê hat bîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li Eyn Îsa û Til Temirê hat bîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li Eyn Îsa û Til Temirê hat bîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li Eyn Îsa û Til Temirê hat bîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li Eyn Îsa û Til Temirê hat bîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li Eyn Îsa û Til Temirê hat bîranîn
19 nîsan, 2022   14:23
EYN ÎSA

Bi boneya  salvegera 36'an şehadeta şehîd Ezîz Ereb semînerek li navçeya Eyn Îsayê hate dayîn.

Semîner li hola civînan a li navçeya Eyn Îsayê, bi amadebûna cîgirê hevserokatiya kantonê Sebrî Nebo û bi dehan şêniyan hate dayîn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre jiyan û têkoşîna şehîd Ezîz Ereb li nava Tevgera Azadiya Kurdistanê hat vegotin.

Sebrî Nebo di semînerê de got, şehîd Ezîz Ereb ji bo pêkanîna aştiyê xwedî îradeyeke bi hêz e û diyar kir ku şehîd Ezîz ji bo ciwan û têkoşerên Ereb di nava tevgera azadiyê de pêşeng bû.

Di semînerê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn, her wiha berxwedana gerîla hate silavkirin.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê jî Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî.

Meclisê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ew ê li hember dijmin û dagirkeran li gel QSD'ê û HPG'ê bin.

Daxuyanî ji aliyê dayika şehîd Bahoz Til Temir, Çinar Salih ve li bajaroka Xira ya girêdayî Çiyayê Kezwanan bi amadebûna endamên Meclisê û Kongra Star ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin" di salvegera şehadeta heval Ezîz Ereb de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber fedekarî û têkoşîna wan ditewînin.

Şehîd Ezîz Ereb yekemîn şehîdê Ereb di nava Tevgera Azadiyê de bû, îro bi hezaran ciwanên Ereb li ser rêya şehîd Ezîz dimeşin û parastina herêmê ji dagirkeran dikin."

Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezar kirin û hat gotin ku armanca wan êrişan têkbirina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdên weke Ezîz Ereb pêk hatine.

Her wiha hat piştrastkirin ku malbatên şehîdan dê li kêlek QSD'ê û HPG'ê parastina herêmê ji dagirkeran bike.

(şt)

ANHA