Salvegera damezirandina Meclisa Sivîl a Reqayê hate pîrozkirin

Meclisa Sivîl a Reqayê bi boneya salvegera 5`an a damezirandina meclisê şahiyek li qada avahiya xwe ya li başûrê Reqayê li dar xist. Di şahiyê de, teqezî bi pêwîstiya hevgirtinê li hember gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

Salvegera damezirandina Meclisa Sivîl a Reqayê hate pîrozkirin
19 nîsan, 2022   14:14
REQA

Rûspiyên êlên Reqayê, bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de daxuyanî hat dayîn, cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed El-Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di mîna vê rojê de damezirandina Meclisa Sivîl a Reqayê hat ragihandin ku berhema fedakaran e yên heta niha li ser soza xwe ne û hewl didin armancên meclisê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ruxmî zehmetiyan, lê bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) heta îro gelek destkeftî hatin bidestxistin û ji gelê Sûriyê re bû stargeh.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ruxmî girîngiya stratejîk a Reqayê ku kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye, lê desteka navneteweyî ji herêmê re şermûk e û nagihêje asta ku tê xwestin.

Di dawiya daxuyaniyê de, wiha hat gotin: “Em soz didin ku armancên xwe yên rewa di avakirina Sûriyeya pêşerojê de, pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet û projeya neteweya demokratîk pêk bînin.”

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, Ehmed El-Xelîl rapora salê ya meclisê xwend û tê de girîngtirîn projeyên ku komîteyên meclisê pêk anîn, bi bîr xistin.

Her wiha hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb salvegera 5`an a damezirandina Meclisa Sivîl a Reqayê li hemû endamên meclisê û şêniyên bajêr pîroz kir û xwedîderketina şêniyan li meclisê silav kir.

El-Zîb diyar kir ku meclisê li gel gilî û şaştiyan hewl da hemû astengiya derbas bike û xizmeta şêniyan bike.

Serokê Komîteya Jinûve Avakirinê, Îbrahîm El-Hesen rola damezrînerên Meclisa Sivîl a Reqayê silav kir û destnîşan kir ku bi saya şehîdan û hevgirtina şêniyên Reqayê, meclis heta niha li ser lingan e.

 (şx)

ANHA