'PDK'ê ji bo qirkirina Kurdan alîkariya Tirkiyê dike'

Beşdarên meşa "Li dijî xiyanetê" bang li gelê Kurd ê li welat û derve kir ku li hemberî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Her wiha gotin PDK'ê ji bo qirkirina Kurdan bi dagirkeran re kar dike.

'PDK'ê ji bo qirkirina Kurdan alîkariya Tirkiyê dike'
18 nîsan, 2022   15:47
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Ji 12'ê Nîsanê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Li dijî xiyanetê em li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin" meş tên lidarxistin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re daketin qadan. Beşdarên meşê ji ANHA'yê re axivîn û diyar kirin ku ew ê li hemberî xiyaneta PDK'ê çalakiyên xwe dewam bikin.

'EM Ê HETA DAWIYÊ PIŞTGIRIYA GERÎLA BIKIN'

/ar/uploads/files/2022/04/18/140435_atyh-hsyn.webp

Dayika gerîlayê şehîd Mihyedîn Şakir, Etiya Hisên bang li gelên Kurdistanê kir ku li hemberî siyaset û xiyaneta PDK'ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bisekinin û got: " Tevahî gerîla keç û xortên Kurdan in, em êrişên li ser wan şermezar dikin. Nabe di dagirkirina xaka me de destek û piştgirî ji dijmin re bê dayîn."

Etiya Hesen xîtabî gerîlayan kir: "Têkoşîna xwe li hemberî xiyanetê bidomînin, em ê heta dawiyê bi we re bin."

Her wiha bang li tevahî jin û dayikên li Başûrê Kurdistanê kir ku xiyaneta PDK'ê qebûl nekin û li hemberî êrişên wê yên li ser Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bisekinin.

'BIRAYÊ MIN Û KURÊ MIN BI DESTÊ PDK'Ê DE ŞEHÎD BÛN'

/ar/uploads/files/2022/04/18/140400_hyah-slyman.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Heyat Silêman diyar kir ku PDK'ê rojekê ji bo doza kurdî kar nekiriye, lê di hemû pêvajoyan de ji bo berjewndiyên xwe destek da dijmin.

Heyat Silêman got: "Birayê min û kurê min bi destê hêzên PDK'ê de şehîd bûn. Me gelek caran bang li PDK'ê  kir ku li hemberî dijmin bi me re hevkar be, lê êrişên xwe li ser zarokên me didomîne."

Heyat Silêman anî ziman ku PDK'ê beşdarî planênqirkirina kurdan dibe û wiha domand: "Bi siyasetên xwe li hemberî hemû hêvî û armancên me disekine. Bi xiyaneta xwe wê nikaribe tu hêviyên xwe bi cih bîne."

'DIVÊ EM LI HEMBER DIJMIN BIBIN YEK'

/ar/uploads/files/2022/04/18/140452_atyh-amr.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Etiya Omer bang li PDK'ê kir ku êrişên xwe li ser çiyayên Kurdistanê rawestîne û got: "Divê me li hemberî dijmin bibin yek da ku şoreş û destkeftiyên xwe biparêzin."

Etiya Ome anî ziman ku gerîla parastina tevahî gelên Kurdistanê kir, divê PDK'ê destekê bide wan ne ku êrişî wan bike.

'EM SIYASETÊN QIRKIRIN Û XIYANETÊ QEBÛL NAKIN'

/ar/uploads/files/2022/04/18/140415_khald-hsyn.webp

Endamê PYD'ê Hisên Xalid jî planên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirina Kurdan bi desteka PDK'ê şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên ser Baku û Rojhilatê Sûriyê destek da çeteyên DAIŞ'ê, niha jî hewl dide bi desteka PDK'ê Başûrê Kurdistanê dagir bike û Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe."

Hisên Xalid bi domdarî got: "Ev komployeke dîrokî ye ku li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê tê kirin da ku wê tune bike. Em van êrişan qebûl nakin, em ê desteka berxwedana gerîla dewam bikin."

Xalid bang li kurdên li welat û derveyî Kurdistanê ki ku li hemberî siyasetên qirkirin û xiyanetê yên PDK'ê bisekinin.

ANHA