Şêniyan li dijî xiyanet û dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar kirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê li dijî xiyanet û dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar kirin û gotin, beşdarbûna PDK'ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de xiyanet li doz û gelê Kurd e.

Şêniyan li dijî xiyanet û dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar kirin
18 nîsan, 2022   14:41
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê di van êrişan de meşek li dar xist.

Şêniyên ku beşdarî meşê bûne, nêrînên xwe bi me re parve kirin. Şêniyan ji PDK'ê xwestin li şûna xiyanetê bike û şerê gerîla bike bile lê kêleka wê şer bike.

Welatiya bi navê Foza Ome got: "Ji bo şermezakirina xiyaneta PDK'ê û ji bo piştgiriya gerîla em beşdarî vê meşê bûne. Beşdarbûna PDK'ê di êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser keç û xortên gelê me de xizmeta dijminê me Tirk tenê dike."

Foza Omer diyar kir ku êrişên ser gerîla piştî hevdîtina serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê û Erdogan dest pê kir û got: "Ev dide nîşandan ku di navbera wan de lihevkirineke ji bo xizmeta berjewendiyan li ser hesabê gelê Kurd heye."

Welatiyê bi navê Mehmûd Sîno jî destnîşan kir ku hevkariya PDK'ê ya bi dagirkerên Kurdistanê re xiyanetek li dijî doz û gelê Kurd e û got, divê PDK'ê dûrî fitneyên ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze di navbera gelê Kurd de derxîne, bike.

Sîno îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zirgan û Til Temirê jî kir û wiha domand: "Di heman rojê de dewleta Tirk êrişî navçeyên Zirgan û Til Temirê kir. Ev dide diyarkirin ku Tirkiyê dixwaze gelê Kurdistanê tune bike. Divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên Kurdistanê li hemberî siyasetên qirkirinê bibin yek."

Welatiya bi navê Farîqa Hesen jî anî ziman ku dîroka PDK'ê bi xiyanetê dagirtî ye û beşdarbûna wê di vê êrişê de ne tiştekî nû ye û got, di her car de PDK'ê di êrişên Tirkiyê yên li ser gelê Kurd de cih digre û berjewndiyên xwe di ser azadî û silametiya gel re digire.

ANHA