​​​​​​​Dewleta Tirk careke din ava çemê Firatê qut kir

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Nîsanê ve careke din ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kir û bi nêzîkbûna dema çandiniyê re avê wek çekeke şer li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

​​​​​​​Dewleta Tirk careke din ava çemê Firatê qut kir
18 nîsan, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker careke din av bi bendavên ku li Bakurê Kurdistanê çêkirine girt, ava çemê Firatê ji destpêka Nîsanê ve dîsa kêm bûye.

Nivsîgeha Enerjî û Peywendiyan a herêma Cizîrê 4`ê Nîsanê ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker avê wek çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne û ji 2`yê Nîsanê ve ava çemê Firatê kêm kiriye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), piştî ku dewleta Tirk ava çemê Firatê careke din qut kir, çemê Firatê gelekî kêm bûye.

Ev yek metirsiyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike ku heke dewleta Tirk kêmkirina avê berdewam bike dê zirarên mezin bigihêjin çandiniya herêmê.

SOHR`ê hişyarî da ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi karesatên mirovî û xwarinê re rû bi rû ne, bi taybet li herêmên Reqa, Hesekê, Dêrazor û Kobanê ku zêdetirî 2 milyon û nîv şêniyên wan herêman sûdê ji ava çemê Firatê digirin.

(şx)

ANHA