​​​​​​​Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî narkotîkê dest bi hemleyekê kir

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê dest bi hemleya pêşîlêgirtina xetereya narkotîkê û bikaranîna şaş a înternetê kir.

​​​​​​​Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî narkotîkê dest bi hemleyekê kir
18 nîsan, 2022   11:29
MINBIC

Ev hemle di çarçoveya encamên civîna Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya 13`ê Nîsanê de pêk tê. Civîn bi berdevk û nûnerên jinan ên saziyên sivîl û leşkerî re hatibû lidarxistin.

Armanca hemleyê ew e ku xwendekaran li ser xetereya narkotîkê û belavbûna wê di nava civakê de hişyar bikin, her wiha da ku bi awayekî rast înternetê bi kar bînin. Li aliyekî din jî da ku li hemberî şerê taybet hişyar bin.

Di heman demê de çareserî û rêbazên derbaskirina van pirsgirêkan jî têne parvekirin.

Tê payîn ku hemle bi beşdariya berdevk û nûnerên jinan ên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr heta roja pêncşemê dewam bike.

(eh)

ANHA