Rêveberiya Xweser bi boneya Çarşema Sor 20`ê Nîsanê kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya sersala êzidiyan (Çarşema Sor) biryarnameyek derxist û 20`ê Nîsanê kir betlane.

Rêveberiya Xweser bi boneya Çarşema Sor 20`ê Nîsanê kir betlane
18 nîsan, 2022   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Çarşema Sor biryarnameya hejmar 7 derxist û li gorî wê 20`ê Nîsanê (Çarşemê) li hemû daîre û saziyên fermî betlaneya fermî ragihand.

Ev biryar ji bo saziyên ku divê karê wan berdewam bike ne derbasdar e.

(şx)