`Êrişa li ser gerîla êrişa li ser hemû Kurdan e`

Şêniyên navçeya Girkê Legê êrişa hevbeş a dagirkeriya Tirk û PDK`ê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wek hedefgirtina vîna gelê Kurd û destkeftiyên wî bi nav kir.

`Êrişa li ser gerîla êrişa li ser hemû Kurdan e`
18 nîsan, 2022   11:19
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker vê sibê, destpêkirina êrişeke nû li dijî gerîla û gelê Kurd ragihand. Hemwextî wê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzeke mezin şand Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo piştgiriya êrişa li dijî gerîla bike.

Li dijî vê helwesta PDK`ê bi dehan endamên Meclisa Navçeya Girkê Legê, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel li pêşiya Meclisa Gel a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê kom bûn û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de beşdaran êrişên qirker ên dewleta Tirk şermezar kirin û li dijî gelê Kurd û gelên herêmê û destkeftiyên wan bi nav kir.

Cigirê hevserokatiya Meclisa Navçeya Girkê Legê Yusif Remadan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK`ê ya li dijî gerîla û Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û partiyên li Başûrê Kurdistanê hat kirin ku helwestên tund li hember siyasetên PDK`ê nîşan bidin ku xiyanetê li Kurdan dike.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li hember dagirkerên Kurdistanê hat kirin û wiha hat gotin: “PDK baş dizane ku dewleta Tirk dijminê yekemîn ê doza Kurd û gelê Kurd e. Gelo çawa piştgiriya êrişên wê yên qirker dike û planên kirêt li dijî gelê me datîne?”

Di daxuyaniyê de îşaret bi lihevkirinên dewleta Tirk û PDK`ê hat kirin û hat destnîşankirin ku ew hewl didin vîna gelê azad têk bibin û hemleya dewleta Tirk a dagirker a bi evkariya PDK`ê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla, di bingehê de êrişeke li dijî gelê Kurd e ku ji bo azadiya xwe tê dikoşe û li ber xwe dide.

(şx)

ANHA