​​​​​​​Hêzên Parastina Xabûrê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Meclisa Parastina Xabûrê nasnameya şehîd Zeya Til Temir eşkere kir û soza parastina herêmê da.

​​​​​​​Hêzên Parastina Xabûrê nasnameya şehîdekî eşkere kir
18 nîsan, 2022   10:28
HESEKÊ

Ji beriya çend rojan ve dagirkeriya Tirk bi dijwarî êrişî navçeya Til Temirê dike. Êrişên herî giran jî duh hemwextî cejna Paskalayê li ser gundên Suryanan pêk hatibûn.

Duh Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanê Hêzên Parastina Xabûrê Zeya Til Temir ragihandibû ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Îro Hêzên Meclisa Parastina Xabûrê nasnameya şehîd Zeya Til Temir eşkere kir û soza parastina herêmê û şopandina rêya şehîdan da.

Di daxuyaniya meclisê de wiha hate gotin:

"Ji bo gelê me yê Suryan ên li welêt û derveyî welêt, em şehadeta lehengekî Meclisa Parastina Xabûrê ya Suryan radigihînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Zeya Til Temir

Nav û paşnav: Elaa El-Ehmed

Cih û dîroka ji dayîbûnê: Til Temir, 1996

Dîroka tevlêbûnê: 01.01.2020

Cih û dîroka şehadetê: Til Şenan (Zoma), 17.04.2022

Şehîd Elaa El-Ehmed dema bi erka xwe ya parastina gundên Suryanan radibû, gihîşt asta şehadetê.

Em soza şopandina rêya şehîd Zeya Til Temir didin."

(eh(

ANHA