Remzî Kartal: PDK`ê li ser Kurdan xeteriyeke mezin e, divê her kes seferber bibe

Remzî Kartal daxuyand ku PDK`ê di aliyên aborî, siyasî, leşkerî û îstixbaratî de xwe radestî dewleta Tirk a dagirker kiriye û li ser Kurdan xeteriyeke mezin çêdike. Kartal got: “Dem dema serhildan û seferberiyê ye.”

Remzî Kartal: PDK`ê li ser Kurdan xeteriyeke mezin e, divê her kes seferber bibe
18 nîsan, 2022   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT   

Arêtşa Tirk a dagirker bi beşdariya yekser a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişeke nû ya dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ya Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Êriş piştî hevdîtina serokê hikumeta Başûr Mesrûr Barzanî û serokkomarê Tirk Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan ya di 15`ê Nîsanê de pêk hat.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û dauxyand ku êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê, di çarçoveya planeke hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê de pêk tên û ev plan beriya niha bi rêya medyayê hate eşkerekirin. Kartal got: “Ev êriş berdewama êrişên 2015`an in.”

Remzî Kartal destnîşan kir ku dewleta Tirk û PDK`ê hewl dan bi rêya êrişên di Nîsana 2021`an de pêk anîne, encaman bi dets bixin, lê belê berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) raber kiriye ew êrişên heta niha dewam dikin, vala derxist. Kartal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikumeta AKP-MHP`ê krîzên aborî, siyasî û leşkerî jiyan dike. Berxwedana gerîlayên HPG`ê vê hikumetê difetisîne. Hilbijartin li ber derî ne, ji lewre hikumeta AKP`ê niha hewl dide bi rêya van êrişan encaman bi dest bixe û emrê xwe li ser hikumê dirêj bike.”

ÊRIŞ, ENCAMA HEVDÎTINA DAWÎN E

Remzî Kartal behsa hevdîtinên di navbera rayedarên PDK`ê û rayedarên Tirk de kir û ev tişt anîn ziman: “Lihevkirin di navbera PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker de heye. Êrişên dawîn encama hevdîtina dawîn a Mesrûr Barzanî û Erdogan in.”

PDK XWE BI TEMAMÎ RADESTÎ DAGIRKERIYA TIRK KIRIYE

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal diyar kir ku wêneyên di hevdîtinên de derketine, wekî ku serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê wekî karmendekî dewleta Tirk û Erdogan e nîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev wêne îspat dikin ku PDK`ê bi temamî radestî dewleta Tirk a dagirker bûye. Gelê Kurd û Kurdistanê baş dizane ku êrişa dawîn planeke hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê ye.”

Kartal teqez kir ku PDK`ê bi temamî radestî hikumeta AKP-MHP`ê bûye û wiha pê de çû: “Têkiliyên kevin û kûr di navbera PDK`ê û dewleta Tirk de hene. Lê ew van têkiliyên xwe venaşêrin, berovajî wê hevkariya xwe ya yekser bi rêya êrişên hevbeş li dijî hêzên HPG`ê nîşan didin. Ev êdî ji gelê Kurd û Kurdistanê ve zelal e. Niha PDK`ê xwe wekî hêzeke girêdayî AKP-MHP`ê nîşan dide.”

DIVÊ SEFERBERÎ BÊ RAGIHANDIN

Remzî Kartal bal kişand ser girîngiya helwest nîşandana hemû hêz, partî û rêxistinên Kurdistanî li hemberî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re û got: “Niha li beramberî me du alî hene, dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê aliyek e, aliyê din jî gelê Kurd e. Ji lewer, divê hemû hêzên Kurd û kurdistanî, rewşenbîr, nivîskar û ciwan seferber bibin. Ji ber ku ev plana li dijî Kurdan eger bigihêje serî, dê bandorên xeter li hemû parçeyên Kurdistanê bike.”

Kartal destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker niha destwerdanê li hemû detayên li Başûrê Kurdistanê dike û ji ber wê gelê Başûrê Kurdistanê rewşeke jiyanî ya xirab dijîn û koçber dibin. Kartal têkildarî peymana petrole ya di  navbera PDK`ê û Tirkiyê de got: “Tu sûda vê peymanê li gelê Kurd tune ye.”

Remzî Kartal banga seferberiyê li hemû hêz, partiyên kurdî û kurdistanî û dostên Kurdan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û seranserê gelê Kurd dubare kir û got: “Ji beriya heft salan ve dewleta Tirk a dagirker bi rêya plana hevbeş bi PDK`ê re êrişan li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê pêk tîne. Niha jî gefê li tevahî gelê Kurd dixwe.”

Remzî Kartal teqez kir ku divê gelê Kurd zanibe ku dewleta Tirk dijminê wî yê sereke ye û hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê niha di xeteriyê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû hêzên siyasî, rêxistinên sivîl û civakî û yên ciwanan li Kurdistanê û dostên gelê Kur dli hemberî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê wekî PDK`ê bisekinin. Divê li hemberî xiyaneta PDK`ê ya eşkere jî bisekinin, ev xiyanet nayê qebûlkirin. PDK ku di warê aborî, siyasî, lekerî û îstixbaratî de radestî dewleta Tirk a dagirker bûye, xeteriyeke mezin li ser gelê Kurd û Kurdistanê çêdike. Dem dema serhildan û seferberiyê ye. Di vê qonaxê de seferberiyeke wekî ya ji bo Kobanê hatiye ragihandin, tê xwestin.”

(cx)

ANHA