​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê li dijî xiyaneta PDK`ê piştgiriya xwe ji bo gerîla nîşan da

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK`ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, piştgiriya xwe ya bi HPG`ê re nîşan da.

​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê li dijî xiyaneta PDK`ê piştgiriya xwe ji bo gerîla nîşan da
18 nîsan, 2022   10:09
HESEKÊ

Piştî 3 rojan ji hevdîtina serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan, artêşa Tirk li dijî Hêzên Parstina Gel (HPG) û gelê Kurd êrişên nû dan destpêkirin. Hemwextî vê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzên xwe ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve şandin da ku di êrişên li dijî gerîla de piştgiriya artêşa dagirker bikin.

'DÎROKA VÊ PARTIYÊ TIJÎ XIYANET E'

/ar/uploads/files/2022/04/18/082248_adnan-mhmd-.webp

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ednan Mihemed anî ziman ku hevpeymana di navbera PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker de ya li djî gerîla ne gaveke nû ye, lê belê dîroka wê tijî xiyanet û hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re ye ku rojane li dijî gelê Kurdistanê sûcan pêk tîne.

Mihemed got: “Gerîla tevî ku xwedî çekên sivik in, lê her tim serkeftin para wan e, lewma dewleta Tirk a dagirker planan datîne û bi hemû rêbazan hewl dide PKK`ê tune bike. Li aliyekî din jî PDK`ê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û tunekirina dîroka Kurdan bi kar tîne.”

Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Gerîla gelê Kurd diparêze û yekane hêza parastina yekitiya Kurd, maf û armancên wan e. Lewma divê PDK ji planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd dûr bikeve û bi Kurdan re hevkar be, her wiha rê nede dewleta Tirk a dagirker ku fitneyan li herêmê derxe.”

Welatiyê bi navê Cîhan Mihemed jî hevdîtinên PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Senaryoya salên 1990`î berdewam dikin ku PDK`ê li kêleka dagirkeriya Tirk li dijî gerîla şer kir."

/ar/uploads/files/2022/04/18/082226_jyhan-mhmd-_1.webp

'EM SIYASETÊN KU HÊZÊN ME YÊN LI ÇIYAYAN DIKIN HEDEF QEBÛL NAKIN'

Cîhan Mihemed îşaret bi xiyaneta PDK`ê kir û wiha axivî: "Tişta jê re girîng e berjewendî û ajandeyên wê ne, ne berjewendiyên gelê Kurd in. Divê gelê Kurd li dijî van planan bisekine û bixebite."

Welatiyê bi navê Ehmed Mehmûd jî got: "Em siyasetên ku gelê Kurd û hêzên me yên li çiyayan dikin armanc, qebûl nakin. Ev hewldanên artêşa Tirk a dagirker û PDK`ê ne ku dixwazin vîna hêzên me û gelê me bişikînin."

/ar/uploads/files/2022/04/18/082207_ahmd-mhmwd.webp

Ehmed Mehmûd anî ziman ku PDK`ê hêzên xwe şandin Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku li dijî gerîla piştgiriya artêşa Tirk a dagirker bikin, ev jî tê wateya xiyaneta li dijî Kurdan û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê PDK li helwesta xwe vegere û dûrî van planan bikeve. Li aliyekî din jî divê gelê Kurd û bi taybet ên li Başûrê Kurdistanê li dijî van siyasetan bisekine û li dijî dagirkerên xaka Kurdistanê têkoşîn û berxwedanê dewam bikin."

(eh)

ANHA