Hemwextî şerê giran, PDK`ê hêzeke mezin şand Kurêjaro

Şeva din li herêma Kurêjaro di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran qewimî. PDK'ê jî hêzeke zêde ya leşkerî şand bajarokên Şêladizê û Dêrelokê ku li biniya çiyayê Kurêjaro ne.

Hemwextî şerê giran, PDK`ê hêzeke mezin şand Kurêjaro
18 nîsan, 2022   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, hêzên PDK'ê ber bi bajarokên Şêladizê û Dêrelokê ve hêzeke mezin şandine. Li  bejahiya vê herêmê li çiyayê Kurêjaro di navbera gerîlayên HPG û artêşa Tirk de şerekî giran diqewime.

Dîmenê vê veguhastina hêzên PDK'ê hate kişandin.

Heman çavkaniyan ragihandin ku PDK hîn jî hêzên xwe yên leşkerî dişîne herêmên gerîla.