Gelo dê aloziya di navbera hikumetên Lîbyayê de bi dawî bibe?

Tevî ku 2 meh di ser destpêkirina dan û standinan her du hikumetên Lîbyayêre derbas bûn, lê heta niha alozî çareser nebûye. Pispor dibêjin dibe ku di demeke nêzîk de desthilat radestî hikumeta nû bê kirin lê hinek din jî dibêjin parçebûna civaka lîbyayî hêviya çareseriyê nade.

Gelo dê aloziya di navbera hikumetên Lîbyayê de bi dawî bibe?
18 nîsan, 2022   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞEYNA ELÎ-EMANÎ EZAM

Derdora 2 mehan di ser erkdarkirina hikumeta nû (El-Istiqrar) a bi serkêşiya Fethî Başaxa û vekişandina baweriyê ji hikumeta "El-Wehda El-Weteniya" ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe re derbas bûn, lê heta niha alozî çarese nebûye. El-Debîbe israr dike ku heke ne hikumeteke hilbijartî be dê desthilatê radest neke.

Dem bi dem Başaxa gefa derbasbûna paytexta Lîbyayê Terablusê dixwe.

Piştî belavbûna agahiyên ku dê hikumeta erkdarkirî ya Fethî Başaxa derbasî Terablusê bibe, şeva şemiya borî gelek çekdar li derdora paytextê hatin bicihkirin.

Li gorî medyaya lîbyayî, konvoyên mezin ên leşkerî ku bi çekên mezin û navîn barkirî bûn, ji herêmên rojava ber bi paytextê ve hatin şandin.

Çavkaniyan diyar kir ku 100 erebeyên leşkerî ji herêma El-Sewanî berê xwe da paytextê û hêzên din jî li ber baregeha ewlekariya hundirîn bi cih bûn.

Ev geşedan piştî çend rojan çêbû ku nûnerên aliyê rojhilat di ‘Komîteya 5+5’ de karê xwe yê di komîteyê de sekinand û hikumeta El-Debîbe bi astengkirina aramiya welat û kişandina wê ber bi şer ve, tawanbar kir.

‘HEFTER HEWL DIDE EL-DEBÎBE BIDE ÎQNAKIRIN KU JI DESTHILATÊ DÛR BIKEVE’

Tevî nakokiyên di navbera fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê hikumeta demborî ya El-Wehde El-Weteniye Ebdulhemîd El-Debîbe de, lê malpera ‘Africa International’ ragihand ku di çend hefteyên bê de dê nûnerên Hefter bi El-Debîbe re bicivin.

Li gor wê malperê, Hefter di meha Adara borî de gelek caran bi balafireke taybet kurê xwe Bilqasim şandiye paytexta Fransayê û li wir gelek civînên veşartî di navbera her du aliyan de çêbûne.

Heman malperê diyar kir ku Bilqasim hewl dide El-Debîbe îqna bike ku ji karê xwe dûr bikeve  û rê bide hikumeta nû ya ji aliyê parlamentoyê ve hatiye destnîşankirin dest bi kar bike û got, Bilqasim Hefter di 25'ê Adarê de hevdîtineke veşartî bi nêzîktirîn şêwirmendên El-Debîbe Îbrahîm El-Debîbe re li dar xistiye.

Her wiha beriya niha di 20'ê Adarê de kurê Hefter li Parîsê bi wezîra karên derve Necla El-Menqûş re civiya. Lê dan û standinên wî sekinîne. Li gorî raporên medyayî, dê di hefteyên bê de careke din dan û standin dest pê bikin.

Beriya niha dan û standinên bi çavdêriya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo bidawîkirina aloziya destilata rêveber a di navbera El-Debîbe û Başaxa de bi bin ketin. El-Debîbe qebûl nake ku desthilatê radestî hikumeta Başaxa bike. Şertê wî yê radestkirinê; divê hikumet hilbijartî be.

‘TÊ GOTIN DI DEMEKE NÊZ DE BAŞAXA DESTHILATÊ RADEST BIKE’

/ar/uploads/files/2022/04/18/054213_hady-rbya.webp

Têkildarî dan û standinên di navbera nûnerên Hefter û El-Debîb de, nivîskar û rojnamevan Hadî Rebîî ji ajansa me re got: "Nûnerên Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê û serokê hikumeta El-Wehde El-Weteniye ku dema rewabûna wê bi dawî bûye, dem bi dem civînan li dar dixin, ew bi Komîteya 5+5 tên naskirin, lê tişta nû vê carê ew e ku piştî demekê û gurbûna rageşiyê di navbera her du aliyan de, piştgiriya Fermandariya Giştî ya artêşê ya biryara parlamentoyê ya der barê kişandina baweriyê ji hikumeta El-Debîbe û avakirina hikumeta nû de, ev dan û standin dest pê kir.”

Rebîî diyar kir ku dûrketina El-Debîbe yan jî mayîna wî, ji bo Fermandariya Giştî ya artêşê ne xem e, ji ber ku aliyê peywendîdar parlamento ye ku bawerî ji El-Debîbe kişand û da Başaxa.

Tevî wê jî di navbera her du aliyan de civînên veşartî pêk tên, ya herî dawî jî di navbera wezîrekî payebilind ê hikumeta El-Debîbe û Başaxa de li Tûnisê, tê payîn jî ku desthilat di demeke nêz de were radestkirin.

Ji ber biryara hikumeta El-Wehda ku hikumetê radest neke, nûnerên Fermandariya Giştî ya artêşê di komîteya leşkerî de beriya niha biryar dabûn ku beşdarî komîteya hevbeş a leşkerî ya 5+5 nebin û daxwaz kiribûn ku hinarteya petrolê were rawestandin, rêya bendarê ya di navbera rojhilat û rojava de were girtin, hemû şêwazên hevkariyê bi hikumeta El-Debîbe re werin rawestandin. Her wiha rêwîtiyên hewayî di navbera rojhilat û rojava ve werin taloqkirin.

Komîteya leşkerî ya Lîbyayê ya 5+5 ji 5 endemên herêma rojava û 5 endamên herêma rojhilat pêk tên û piştî agirbesta 23`yê Cotmeha 2020`an hat avakirin.

/ar/uploads/files/2022/04/18/054155_idrys-ihmyd.webp

Rojnamevan Hadî Rebîî diyar kir ku danûstandinên di navbera nûnerên fermandiyê û herêma Rohilat de di esas de rêya leşkerî ye, pêkanîna agirbestê û vekirina rêkên sereke ji bo çûnûhatinên balafirên hundirîn û dosyayên din, ku gûrkirin El-Debîbe sedema paşketina wê bû. Çareserkirina aloziyê dê bi awayekî erênî bandor li aloziya siyasî bike.

Li aliyê din şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Idrîs Ihmîd diyar kir ku rewşa Lîbyayê hîna ne diyar e, Fethî Başaxa ragihand ku ew ê bi awayekî aştiyane derbasî Terabulsê bibe. Lê El-Debîbe ji bo amadekirina destûrê, komîteyek ava kir.

Ihmîd behsa daxuyaniyên bi nakok ên di navbera dewletan de ya têkildarî vê mijarê kir û got, Başaxa dixwaze piştgiriya Amerîka û Tirkiyê bigire, El-Debîbe jî bi desthilatê ve girêdayî ye û meclisa serokatiyê jî bêalî ye ruxmî ku divê vê pirsgirêkê çareser bike.

LIHEVKIRIN DIJWAR E

Ihmîd got şêwirmenda navneteweyî û heta Amerîka dixwazin hilbijartin li dar bikevin ruxmî ku tu pêşketin di dosyaya hilbijartinan de çênebûye.

Şêwirmenda navneteweyî bang li Meclisa Bilind a Dewletê û parlemantoyê kir ku komîteyeke bingehîn ji bo destûrê ava bikin, lê parlamento ev yek red kir û diyar kir ku ew dest ji bingeha xwe ya destûrî bernade.

Ihmîd ev tişt jî anî ziman: "Rêkeftin dê zehmet be û rewş dê ne diyar be, di nava welatiyên Lîbyayê de jî parçebûn heye, bawerî di navbera aliyên Lîbyayê de tune ye, gelê Lîbyayê ku divê ew xwediyê çareserî û biryarê be jî, hatiye dûrxistin.”

(şt)

ANHA