Dagirker vê carê jî êrişî gundewarê Til Temirê dikin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrişî gundewarê bakur û rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê dike.

Dagirker vê carê jî êrişî gundewarê Til Temirê dikin
18 nîsan, 2022   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî zêde kirine.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî navçeya Zirganê û gundên wê, niha jî gundên navçeya Til Temirê topbaran dike.

Di van kêliyan de gundê Til Şinan ê Asûran yê li gundewarê bakur rojhilatê Til Temirê, gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê û gundê Um El-Kêf yê rojavayê navçeyê ku 1 km dûrî navenda navçeya Til Temir e, bi çekên giran tên tobparankirin.

Nûçegihanê me her wiha ragihand ku derdora baregeha Rûsya jî tê topbarankirin.

(cx)

ANHA