​​​​​​​Gerîla derbên giran li dargirkeran da; 8 dagirker hatin cezakirin

Dagirkerên ku li herêma Şikefta Birîndara ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatine dorpêçkirin bi awayekî bi bandor li wan hat xistin û 8 dagirker hatin cezakirin.

​​​​​​​Gerîla derbên giran li dargirkeran da; 8 dagirker hatin cezakirin
18 nîsan, 2022   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya PDK’ê êrişek nû li ser Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin. Gerîlayên azadiyê derbên giran li dagirkeran dixin.

Artêşa Tirk careke din bi helîkopterekê li herêma Şikefta Birîndara ya herêma Zapê xwest leşkeran dane xwarê. Helîkopterên dewleta Tirk ên xwestin leşkeran dane xwarê ji aliyê gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ve hatin astengkirin.

Gerîlayên HPG’ê li vir bi awayek xurt li dagirkeran da û 8 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dagirkerên li bejahiyê di bin kontrola gerîlayan de ne.

Li aliyekî din Artêşa Tirk a dagirker ku ji hewayê ve êriş bir ser Çiyayê Reş, hewl da ku leşkerên xwe deyne herêmê. Gerîlayan bi rêya sabotajê li dagirkeran xist û pêşî li pêşveçûna dagirkeran girtin.