​​​​​​​Êzidî: Lêkirina dîwar dubarekirina fermana 2014`an e

Endamên Mala Êzidiyan a Helebê lêkirina dîwarê di  navbera Rojava û Şengalê de wekî dubarekirina fermana Tebaxa 2014`an bi nav kir û got, yekane rêya têkbirina planên dagirkeran berxwedan e.

​​​​​​​Êzidî: Lêkirina dîwar dubarekirina fermana 2014`an e
18 nîsan, 2022   01:36
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Bi erêkirina PDK'ê û fermanên dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Iraqê lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê  dedewam dike, da ku her du herêman dorpêç bike û wan ji hev qut bike.

Têkildarî mijarê endamên Mala Êzidiyan a Helebê lêkirina dîwarê li derdora Şengalê, bi plan û fermaneke nû bi nav kirin û diyar kirin ku armanca lêkirina vî dîwarî Rêveberiya Xweser têk bibe û herêmên Kurdan ji hev qut bikin.

ARMANCÊN LÊKIRINA DÎWAR

Endama Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava ya Nivîsgeha Helebê Rîma Seydo anî ziman ku plana lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de berdewamiya planên 2014`an a li ser Şengal e û got: "Hikumeta Bexdayê bi lêkirina dîwar dixwaze dorpêça li ser Şengalê girantir bike û careke din civaka Êzidî qir bike. Li hemberî vê yekê jî PDK`ê bê deng e." 

Rîma Seydo îşaret pê ku bi van planên xwe yên nû dixwazin rêveberî û rêveberên civaka Êzidî yên ku fikrê Rêveberiya Xweser bi cih tînin û got, şehîdxistina Mam Zekî Şengalî, Zerdeşt û Seîd Hesen mînaka vê yekê ne.

Rîma Seydo bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin û lêkirina dîwar rawestînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji siyasetên qirkirina civaka Êzidî û dûbarekirina fermanên nû re êdî bes e."

'FERMANEKE NÛ BI ŞÊWAZEKÊN NÛ'

Ranya Cafer jî diyar kir ku armanca lêkirina dîwar ew e ku Êzidiyên Şengalê ji Rojava qut bikin û got: "Lêkirina dîwar li derdora Şengalê ji fermana sala 2014'an e ya qirkirina Êzidiyan ne cuda ye. Niha bi rêbazên nû, bi lêkirina vî dîwarî dixwazin civaka Êzidî tune bikin."

Ranya Cafer komploya lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Divê em bê çare nemînin û li dijî siyasetên ku girêdana gelê Rojava û Şengalê asteng dike, bisekinin."

'BÊDENGIYA PDK`Ê PARÇEKIRINA HERÊMÊN KURDAN HÊSAN DIKE'

Raniya Cafer bang li PDK`ê kir ku li hemberî lêkirina dîwar helwesteke cida nîşan bide û ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê PDK`ê lêkirina vî dîwarî qedexe bike, ne ku destekê bide, lê em dibînin ku bi vê piştgiriyê parçekirina herêmên Kurdan hêsan dikin."

Newroz Ado bi bîr xist ku li dijî civaka Êzidî  gelek ferman pêk hatin û wiha domand: "Heta niha me bandorên fermana 2014`an derbas nekirine. Îro jî bi rengekî nû ev ferman li ser destên PDK`ê, hikumeta Iraq û dewleta Tirk a dagirker  tê dubarekirin."

'ÇARESERÎ BERXWEDAN E'

Lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de di demekê de pêk hat ku Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşketiye. Li ser vê yekê Newroz Ado ev anî ziman: "Ev plan armanc dike Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê, her wiha vîna jinan têk bibe. Bi zanebûn dîwar li derdora Şengalê lêkirin, lê li wir jin dê li ber xwe bide û wê li dijî siyaseta qutkirina Şengal ji Rojava tê bikoşin."

Endamê Mala Êzidiyan a Helebê Hesen Menan got, lêkirina dîwarê li derdora Şengalê beşeke ji komploya li dijî Êzidiyan e.

Hesen Menan bang li rêxistinên hiquqî kir ku planên lêkirina dîwar rawestînin.

(eh)

ANHA