Ji bo veşartina xiyaneta xwe, PDK’ê daxuyaniyeke xwe jê bir

Piştî destpêkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê vê berbangê, PDK`ê daxuyaniyeke xwe ya li ser medyaya xwe belav kiriye jê bir, ku tê de gotibû tu êriş li herêmên navborî çênabin.

Ji bo veşartina xiyaneta xwe, PDK’ê daxuyaniyeke xwe jê bir
18 nîsan, 2022   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker wê bi hevkariya PDK’ê 15 Nîsan êrişek li ser Başûrê Kurdistanê bide destpêkirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang kiribû; “Em bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin.”

Lê belê PDK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 15’ê Nîsanê jî were û tiştek wisan çênabe. Lê êriş tam di 15’ê Nîsanê de bi bombebarana balafiran dest pê kiribû. PDK’ê jî daxuyaniya xwe li ser beşa medyaya xwe ya Soranî jê bir.

Dagirkeriya Tirk vê berbangê êrişên nû yên qirkirin û dagirkirinê li dijî Zap, Metîna û Avaşîn yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê hatin destpêkirin. Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) operasyona dagirkeran li Şikefta Birîndaran ya Zapê têk bir û 8 dagirker hatin cezakirin.

Ev êriş piştî 3 rojan ji hevdîtina serokê hikumeta Başûr Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tên.

(cx)