Di êrişa li ser  Til Temirê de şervanekî Meclisa Parastina Xabûrê şehîd bû

QSD'ê ragihand ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser gundewarê Til Temirê de şervanekî Meclisa Parastina Xabûrê şehîd bû.

Di êrişa li ser  Til Temirê de şervanekî Meclisa Parastina Xabûrê şehîd bû
17 nîsan, 2022   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa vê êvarê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Til Şenan ê Ti Temirê de, şervanê Meclisa Parastina Xabûrê yê bi navê Zeya Til Temir şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja cejnên Paskalyayê de êrişên xwe li ser gundên Asuriyan ên Til Temirê zêde kirin.

ANHA