​​​​​​​Îlham Ehmed: Divê rojavayiyên li Ewropayê dijîn ji bo Efrînê dozê vekin

Seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed di civîna gel de axivî û bang li şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên li Ewropoyê dijîn kir ku ji bo Efrînê doz vekin.

​​​​​​​Îlham Ehmed: Divê rojavayiyên li Ewropayê dijîn ji bo Efrînê dozê vekin
17 nîsan, 2022   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed li Berlînê civînên gel pêk anî. Îlham Ehmed di civîna ku bi pêşengiya Komeleya Rojava ya Berlînê ya li salona Rosa-Luksemburgê pêk hat de axivî.

Îlham Ehmed li ser civîna muxalefeta Sûriyeyê ya ku li Stockholmê pêk hat, êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê û têkiliya navbera gelê Kurd de sekinî.

Îlham Ehmed got ku şerê Ukraynayê dê bandorê li ser pergala navneteweyî bike û diyar kir ku piştî şerê Ukraynayê, şerê Sûriyeyê ji rojevê ket û niha tu kes wê nîqaş nake. Îlham Ehmed li ser rewşa Sûriyeyê û êrişên Tirkiyeyê rawestiya û ev tişt anî ziman: "Sûriye niha bûye 3 parçe. Li aliyekê hêzên rejîma Sûriyeyê, li aliyekî herêmên ji hêla Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin û aliyê sêyemîn jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Tirkiye li Rojava hin herêm diyar kiriye û êrişî wir dike. Rola Tirkiyeyê ew e ku li herêmê nakokiyan derxe. Tirkiye tenê Kurdan qetil nake. Ereb, Suryan û gelên din jî qetil dike. Tirkiye êrişî projeya demokratîk dike."

Îlham Ehmed li ser têkiliyên Başûr  jî axivî û got ku berê bi Rêveberiya Başûr re hevdîtin pêk dihat, bi taybetî piştî çûn û hatina wan a li Tirkiyeyê ev hevdîtin qut bûne.

Îlham Ehmed di dawiya civîne de bang li Efrînî, Serêkaniyêyî û Girê Spiyî yên li Ewropoyê dijîn kir ku ji bo Efrînê doz vekin û xwest ku li dijî dagirkirina Efrînê serî li dadgehên navneteweyî were dayîn.

Çavkanî: ANF