`Azadiya gelê Sûriyê bi azadiya rêber Ocalan ve girêdayî ye`

Siyasetmedaran destnîşan kir ku kilîta çareserkirina aloziyên domdar ên li herêmê di destê rêber Abdullah Ocalan de ye û diyar kir ku girankirina tecrîdê, rê li pêşiya van çareseriyan û pêkanîna aştiyê digire. Her wiha got azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye

`Azadiya gelê Sûriyê bi azadiya rêber Ocalan ve girêdayî ye`
18 nîsan, 2022   03:30
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Desthilata Tirk tecrîdeke giran li rêber Abdullah Ocalan pêk tîne. Siyasetmedaran destnîşan kir ku ev sûcek li dijî mirovahiyê ye û bêyî azadiya rêber Abdullah Ocalan, gelên herêmê azad nabin.

/kr/uploads/files/2022/04/17/174949_-.webp

Endamê Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê şaxê Girkê Legê Ebdulhelîm Ehmed Lawî got: “Tecrîda li girtîgeha Îmraliyê ya li dijî rêber Ocalan sûcek li dijî mirovahiyê ye û di vê were rakirin. Divê rêbertî bi malbat û parêzerên re hevdîtinê pêk bîne û rewşa wî ji gel re bê eşkerekirin.”

`TECRÎD RÊ LI PÊŞIYA ÇARESERIYAN DIGIRE`

Lawî girîngiya naskirina rewşa rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir û got: “Kilîta çareserkirina aloziyên domdar ên li herêmê di destê wî de ne. Dewleta Tirk tecrîdê giran dike da ku rê li pêşiya çareseriyan bigire. Ev sûceke mezin e.”

Lawî anî ziman ku bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têrê dikin ku aştî li herêmê pêk were, rijandina xwînê raweste û ewlehî peyda bibe. 

Lawî wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi hişmendiya xwe ku berdewama hişmendiya pêşiyên wê ye girêdayî ye, civaka Tirkiyê xist çiravekê û derketina wê ji vê çiravê bi rakirina tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.”

Di dawiyê de Ebdulhelîm Ehmed Lawî bang li demokratan, mirovahîbawer û gelên bindest kir ku têkoşînê mezin bikin da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bibe ku ji bo aştiyê tê dikoşe.

/kr/uploads/files/2022/04/17/174927_-.webp

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Xalid Osman diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ruxmî ku dîl hatiye girtin, lê fikrê wî yê demokratîk di nava gelên herêmê de belav bû û got: “Bêyî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan azadiya gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn misoger nabe."

Osman got pêkanîna aştiyê li herêmê bi azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye ku çareseriyan ji pirsgirêkên girêk ên li herêmê re pêşkêş dike.

(şx)

ANHA