​​​​​​​Zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoyê li ber xwe didin

Li kantona Şehbayê zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoya giran a ku hikumeta Şamê ferz kiriye, li ber xwe didin.

​​​​​​​Zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoyê li ber xwe didin
​​​​​​​Zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoyê li ber xwe didin
​​​​​​​Zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoyê li ber xwe didin
​​​​​​​Zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoyê li ber xwe didin
​​​​​​​Zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoyê li ber xwe didin
​​​​​​​Zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoyê li ber xwe didin
​​​​​​​Zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoyê li ber xwe didin
​​​​​​​Zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoyê li ber xwe didin
18 nîsan, 2022   00:53
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Li hemberî ambargoya giran a ku hikumeta Şamê ferz kiriye, zêdetirî 350 hezar koçberên Efrîn û welatiyên Şehbayê di xeta berxwedanê de bi israr in.

Koçberên Efrînê li malên nîvwêrankirî, kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê, kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdas, kampa Efrînê ya li navçeya Ehdas û kampa Vegerê li gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrawaya ya Efrînê, her wiha kampa Şehba ya li gundê Keştear ê heman navçeyê dimînin.

Kantona Şehba dikeve bejahiya bakurê Helebê û 15 kîlometre ji navenda Helebê dûr e. Li se rêya Heleb-Şehba, 4 bendên şaxên îstîxbarata hewayî, ewlehiya dewletê, ewlehiya Leşkerî û Firqeya 4’an ên hikumeta Şamê hene.

FIRQEYA 4’AN AMBARGOYÊ GIRAN DIKE

Firqeya 4'an a hikumeta Şamê li beramberî ku bihêle tankerek mazotê derbarê Şehbayê bibe, dest datîne ser tankerekê.

Pêdiviya Şehbayê ya mehane bi mazotê bi kêmanî 60 tanker e, lê hikumeta Şamê ji zêdetirî çend mehan ve hişt tenê 20 tanker derbas bibin.

Li gorî aliyên peywendîdar ên rêveberiya sotemeniyê, pêwîstiya Şehba ya mehane bi 28 tûpên gazê heye. Lê Firqeya 4'an nahêle zêdetirî 10 hezar di her çend mehan de derbas bibe û di vê dawiyê de bi temamî derbaskirin qedexe kiriye.

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê hewl da alîkariyan şêniyan, bi taybet ên li kamp û malên nîvwêrankirî de bi madeyên xwarin û sotemeniyê bike. Lê ev alîkarî têrê nekir. Di zivistanê de rêveberiyê bê pere mazota sobeyan li şêniyan belav kir, her wih mehane gazê bê pere li koçberên kampan belav dike.

Ji bo ambargoyê li ser welatî û koçberan were sivikkirin, rêveberiya sotemeniyê bi buhaya 55 hezar lîreyên Sûriyê tûpên gazê kirî. Tûpekê bi 5 hezar lîreyên Sûriyê li welatiyên di malan de û bê pere li koçberên kampan belav kir.

TUNEBÛNA DERMAN

Têkildarî aliyê tenduristiyê, li hemû navendên tenduristiyê yên li kamp, bajarok û navçeyên kantona Şehbayê derman pir kêm e. Li Til Rifet, navçeya Şêrawa, navçeya Ehrezê, kampa Berxwedan û Serdemê 5 navendên tenduristî yên Heyva Sor a Kurd hene.

Rojane nêzî 400 welatî berê xwe didin nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê û nexweşxaneya Til Rifetê.  Li her du nexweşxaneyan dermankirin û lênêrîn bê pere ne. Li navendên tenduristiyê û nexweşxaneya Avrînê derman û pêdiviyên tibî tune ne.

Bendên kontrolê  yên hikumeta Şamê li beramberî derbaskirina her kamyonek derman, ji sedî 12 heta ji sedî 15 bacan ferz dikin. Gelek caran jî bendên Firqeya 4’an kamyonên derman li ser metrekab dipîve ku bacan li ser ferz bike.

Di Tîrmeha 2021’an de, bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê nehişt ambulanca nexweşxaneya Avrînê, ji ber tunebûna derman û pêdiviyên tibî,  nexweşan veguhêze nexweşxaneyên Helebê, di encamê de 4 zarokan û welatiyekî 45 salî jî jiyana xwe ji dest da.

Di heman demê de bendên kontrolê nahêlin şîrê zarokan derbasî kantonê bibe.

Di Tîrmeha heman salê de, UNICEF biryar da ku ava vexwarinê li Şehbayê kêm bike ku rojane 2 hezar û 400 metrekab av dida daxist hezar metrekab. Ew jî bû sedema qutbûna ava vexwarinê ji ser nêzî 80 hezar welatiyên li 37 gund, 3 navçeyên mezin ên li Şehbayê.

AMBARGO Û ÇANDINIYA LI ŞEHBAYÊ

Ji ber zextên hikumeta Şamê, tunebûna pêwîstiyên sereke yên çandiniyê wekî semad, tov û sotemenî, li Şehbayê qada çandiniyê di xeteriyeke mezin de ye. Li gorî pisporên karûbarên çandiniyê, rêjeya zeviyên çandiniyê li Şehbayê li gor par kêm bûye. Lê israra welatiyan a çandiniyê, bi taybet çandiniya bejî hişt ku bandorên ambargoya sivik bibin. Li aliyekî din jî cotkarên ku ziviyên wan li eniyên şer in, ji bo topbarana artêşa Tirk a dagirker rûbirûyî xeteriyeke mezin in.

Ji ber qedexeya derbaskirina kelûpelan ji herêmê re û ferzkirina bacên mezin ji hêla bendên kontrolê ve, buhaya kelûpelan, sebze û madeyên xwarinê li sûkên Şehbayê bilind bûne.

Koçberên Efrînê yên li kampa Berxwedan ambargoya li ser Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir.

Welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm da zanîn ku ji ber zextên hikumeta Şamê ew di van rojan de di rewşên zehmet de dijîn.

Îbrahîm diyar kir ku ew di çêkirina xwarinên xwe de rêbazên destpêkê dimeşînin, di hundirê kon de xwarinê çêdikin ku ev yek xeteriyê li ser wan çêdike.

BERXWEDAN Û ISRAR

li aliyekî din jî welatiya bi navê Wecîhe Hisên eşkere kir ku ji ber ambargoya ambargoya ku bendên hikumeta li ser Şehbayê ferz dike, topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê, di kampan de rewşên herî dijwar dijîn.

Wecîhe Hisên anî ziman ku ew di kon de paporê bi kar tînin, lê ev yek dibe sedema pirsgirên tenduristî, bi taybet nexweşiyên zarokan çêdike.

Wecîhe Hisên bêdengiya rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û yên têkildarî karûbarên koçberan a li hemberî kiryarên hikumeta Şamê û dewleta Tirk de şermezar kir û bang li wan kir ku destwerdana lezgîn bike ku çareyekê ji koçberên Efrînê yên li kampan û malên nîvwêrankirî re bibînin.

Wecîhe Hisên di dawiyê de got ew ê li hember kiryarên hikumeta Şamê û dewleta Tirk li ber xwe bidin.

(fr)

ANHA