Gerîlayê HPG'ê Sîdar Zîlan li Şehbayê hat bibîranîn

Gerîlayê HPG'ê şehîd Xelîl Zezrob (Sîdar Zîlan) bi merasîmekê li navçeya Ehresê ya Şehbayê hat bibîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Sîdar Zîlan li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Sîdar Zîlan li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Sîdar Zîlan li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Sîdar Zîlan li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Sîdar Zîlan li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Sîdar Zîlan li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Sîdar Zîlan li Şehbayê hat bibîranîn
17 nîsan, 2022   14:55
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo gerîlayê HPG'ê Xelîl Zezrob (Sîdar Zîlan) ê Sibata 2022'an di encama qezaya perwerdeyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, konê sersaxiyê li ber mala wî ya li navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê veda. Bi sedan şêniyên Efrînê berê xwe da konê sersaxiyê.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên şehîdên HPG’ê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Ocalan hate xemildandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hesen Berko sersaxiya malbata şehîd Sîdar Zîlan û tevahî welatiyên herêma Efrînê xwest û got: "Bi saya fedekariyên hêzên gerîla li çiyên Kurdistanê, YPJ û YPG’ê li Rojava dewleta Tirk a dagirker nikare planên dagirkeriyê li herêmên me pêk bîne. Êdî em li Rojhilata Navîn xwedî hêz in."

Berko bal kişand ser êrişên dagirkirin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha axivî: "Hemû planên dijmin bi saya keç û xortên me ku li piştî her dar, her kevirikî bûn, li her gelî û çiyayekî bûn têk çûn. Li hember çekên pêşketî, balafir û çekên kîmyewê dudilî nebûn ku parastin xak û gelê xwe bikin."

Berko di axaftina xwe de îxaneta PDK'ê û tevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kirin.

Berko di dawiyê de got ew malbatên şehîdên herêma Efrînê dê heta pêkanîna armancên xwe û rizgarkirina Efrîn û Kurdistanê li ser şopa şehîdan bin.

Piştî axaftinê de, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Yasmîn Hesen wesîqeya şehîd Sîdar Zîlan xwend û radestî malbata şehîd kir. Merasîm bi diruşmên silavkirina şehîd û berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

(fr)

ANHA