Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ambargoya hêzên hikumeta Şamê ya li ser taxên wan şermezar kirin û gotin, ew serî ji van planan re netewînin.

Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan
Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan
Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan
Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan
Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan
Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan
Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan
Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan
Li Şêxmeqsûdê bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan
17 nîsan, 2022   14:33
HELEB

Ambargoya ku Firqeya 4'an a hêzên hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dewam dike. Hêzên hikumeta Şamê rê nadin ku derman, ard, madeyên xwarinê û sotemenî derbasî wan taxan bibin.

Li dijî ambargoyê bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek girseyî li dar xist.

Meş bi silogana "Na ji ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, na ji siyasetên birçîkirinê re, bijî berxwedana gelên azad " hate lidarxistin.

Di meşê de nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî amade bûn, meş li ber hola civînan li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir.

Şêniyan pankartên bi nivisînê "Em dixwazin çûn û hatinê di navbera Heleb, Şehba û bajarên din ên Sûriyê de bikin", "Em daxwaza vekişandina bendên kontrolê yên firqeya 4'an ên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin" û "Na ji siyaseta birçîkirinê re" vekirin.

Şênî li nava kolanên taxê geriyan û berê xwe dan benda kontrolê ya bi navê El-Cezîra ya girêdayî Firqeya 4'an. Li wir endamê serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şibilî axivî, bal kişand ser îdiayên hikumeta Şamê ku ew rê didin ard derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin û got:" Divê em van îdiayan bawer nekin. Em ê bi rihê berxwedanê li dijî komplogeran bi ser bikevin."

El-Şibilî diyar kir ku dê şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serî netewînin û wiha domand:" Ji 10 salan ve hikumeta Şamê kiryarên wiha dide meşandin, lê em nema weke berê ne, em ê bi fikir û îdeolojiya xwe bi ser bikevin."

El-Şibilî anî ziman ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi Kurd, Ereb û Tirkmenên xwe dê hêza xwe bikin yek û li dijî van kiryaran bisekinin û wiha domand: "Hikumeta Şamê ziman û çanda xwe di bin silogana yek al, yek ziman û yek çarenivîs li ser me ferz dikirin, rê nedidan em fêrî zimanê xwe bibin û bi zimanê xwe biaxivin. Di çend salên borî de çi ji me re kir? Tenê fikrê desthelatdarî pêşkêş kir, binpêkirin li dijî me kir, lê em bê deng neman û me rewş guhert."

Endamê serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Mirî El-Şibilî  got, hikعmeta Şamê bi siyaseta birçîkirinê dixwaze gel bin dest bike û got: "Mijar ne mijara nan û ard e, lê hikumet dixwaze em serî bitewînin,  lê em serî natewînin."

"BERÊ ÇEKÊN XWE BIDIN HERÊMÊN DAGIKIRÎ"

El-Şibilî da zanîn ku şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi biçûk û mezinên xwe ji bilî jiyaneke bi rûmet û azad tiştekî din naxwazin û anî ziman "Dema şer giran bû me zarokên xwe dan, wê demê Firqeya 4'an li kuderê bû?"

Mirî El-Şibilî bang li Firqeya 4'an kir "Rêya Colan di Şêxmeqsûdê re derbas nabe. Gelek herêmên Sûriyê hatine dagirkirin, berê çek û tivinga xwe bidin herêmên dagirkirî ji Ezaz heta Efrînê û wan rizgar bikin."

Di dawiyê de şêniyan bi rêya alavên deng ev daxwaz ji hikumeta Şamê kirin:

- Divê Firqeya 4'an bendên xwe yên kontrolê ji derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê rakin.

-Bê şert ambargo bê rakirin û madeyên pêwîstiya gel pê heye û xeta sor in derbasî taxan bibe.

- Hatin û çûna welatiyan di navbera taxên  Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê asteng nekin.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.

(şt)

ANHA