Li Efrînê guhertina demografî bê navber dewam dike

Dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistinên ji Kendavê du mêtîngehên nû li Cindirêsê û Şerayê ava dike.

Li Efrînê guhertina demografî bê navber dewam dike
17 nîsan, 2022   14:41
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, dewleta Tirk li gundê Axçelê yê Cindirêsê  û gundê Omara yê Şerayê erdên çandiniyê kolandine da ku avahiyên mêtîngeriyê ava bike.

Dewleta Tirk bi destek û finanseya rêxistinên wekî "Eyadî El-Beyda" û "Eyş Bîkerama" avahiyên mêtîngeriyê lê dike da ku malbatên çeteyan û kesên ji derve lê bi cih bike.

ANHA