Heyva Sor a Kurd nan li şêniyên kantona Şehba ya dorpêçkirî belav kir

Hevya Sor a Kurd şaxê Efrînê dest bi hemleya belavkirina nan li kantona Şehbayê kir. Girêdayî mijarê endama rêveber a Heyva Sor a Kurd diyar ki ku hikumeta Şamê nehişt ku nan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê were belavkirin.

Heyva Sor a Kurd nan li şêniyên kantona Şehba ya dorpêçkirî belav kir
Heyva Sor a Kurd nan li şêniyên kantona Şehba ya dorpêçkirî belav kir
Heyva Sor a Kurd nan li şêniyên kantona Şehba ya dorpêçkirî belav kir
Heyva Sor a Kurd nan li şêniyên kantona Şehba ya dorpêçkirî belav kir
Heyva Sor a Kurd nan li şêniyên kantona Şehba ya dorpêçkirî belav kir
Heyva Sor a Kurd nan li şêniyên kantona Şehba ya dorpêçkirî belav kir
Heyva Sor a Kurd nan li şêniyên kantona Şehba ya dorpêçkirî belav kir
17 nîsan, 2022   14:02
ŞEHBA

Heyva Sor a Kurd di çaçoveya kampanyaya belavkirina nan de ku li ji Dêrikê heta Şehbayê daye destpêkirin, vê sibehê nan li gund û bajarokên Şehba, her 5 kampên li Şehba û navçeya Şêrawa belav kirin. Tê payîn 46 hezar tûrên nan werin belavkirin.

Endamên Heyva Sor a Kurd nan li komînên gund, tax, navçe û bajarokan belav kirin.

Dihat payîn ku nan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bihata belavkirin, lê ji ber ambargoya giran ku hikumeta Şamê ferz kiriye, Heyva Sor a Kurd nikarî nan bigihanda her du taxan.

Li ser vê yekê endama rêveber a Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê, Elya Mihemed wiha got: "Me îro dest bi pêngava belavkirina nan li welatiyên kantona Şehba û koçberên Efrînê kir. Ew yek jî di çarçoveya pêngava Hevya Sor a Kurd de pêk tê ku ji nêzî hefteyekê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye."

Elya Mihemd wiha domand: "Em bi hêvî bûn ku me nan bigihanda Helebê û li welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav bikira. Lê ji ber ambargoya bêserûber ku hikumeta Şamê li ser her du taxan ferz kiriye, me nikarî nan li her du taxan belav bikira."

Endama rêveber a Heyva Sor a Kurd Elya Mihemd diyar kir ku dê 46 hezar tûrên nan li welatiyên li kantona Şehba werin belavkirin û bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi lez destwerdanê bikin û zextê li hikumeta Şamê bikin ku ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û katnona Şehbayê bi dawî bike.

(fr)

ANHA