Lahor Şêx Cengî: Desthilata Başûr bi qasî bi dijmin re mijûl e, li êşên gel napirse

Lahor Şêx Cengî têkildarî serdana Mesrûr Barzanî ya li Tirkiyê de got “Desthilata Başûrê Kurdistanê kom bi kom serdana paytextên welatên cîran dike. Desthilat bi qasî bi razîkirina welatên cîran û dijminên gelê me re mijûl e, nîvê wê li êş û azarên gelê me napirse.”

Lahor Şêx Cengî: Desthilata Başûr bi qasî bi dijmin re mijûl e, li êşên gel napirse
16 nîsan, 2022   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevserokê berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî der barê serdana Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan de peyamek belav kir.

Şêx Cengî got: “Desthilata vê herêmê (Başûr) bi qasî bi razîkirina welatên cîran û dijminên gelê me re mijûl e, ger nîvê wê li êş û azarên gel bipirsiya, dê gel ew hembêz bikira û li ser serê xwe danîba.”

Lahor Şêx Cengî di dewama peyama xwe de got: “Niha em hemû jî dizanin kilîla derbaskirina gelê me ji van pirsgirêkan, tenê Bexda ye. Lê em dibînin desthilata vê Herêmê kom bi kom serdana paytextên welatên cîran dike. Lê yek car jî ne amade ne serdana Bexdayê bikin ku baş dizanin çareserî tenê ew der e.”

Şêx Cengî rexne li PDK’ê kir û got: “Ev demeke min dest ji biraderên PDK’ê berdaye. Ji ber ku wan ji zû de biryar daye vî gelî bikin qurbaniyê hizba xwe.”

Di dawiya peyamê de Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê û Tevgera Goran re got: “Hûn her du jî şirîkên vê hikumraniyê ne. Ez dibêjim gelo hûn qet fikra ceribandina gel dikin? Ji ber ku hûn niha di jêr ceribandineke zehmet de ne. Ger piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê û peyama Wezareta Petrolê ya Iraqê ya ji bo hikumeta Herêmê, hûn jî wekî PDK’ê israr bikin ku gaza xwezayî jî wekî petrolê lêbikin, bizanin kesê yekem li dijî we raweste, wê ez bim. Tu demê rê nadin boriya dawîn a nefesa gelê me di bin navê aboriya serbixwe de radestî dijminên gelê me bikin.”