​​​​​​​Şêniyên Rojava bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember gendeliyê serî hildin

Kurd dibêjin dizîna mal û milkên gelê kurd sedema sereke ya xizanî û koçberiyê xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha destnîşan kirin ku siyasetên malbata Barzanî mîna siyasetên rejîma Baas a li Iraqê ye û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember wê serî hildin.

​​​​​​​Şêniyên Rojava bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember gendeliyê serî hildin
16 nîsan, 2022   03:28
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Li gel rewşa aborî ya dijwar a Başûrê Kurdistanê û koçberiya xelkê wê, di çend hefteyên derbasbûyî de, di gelek raporên çapemeniyê de dewlemendiya endamên malbata Barzanî diyar bû. Bi taybet piştî ku eşkere çiqas pere kirine bankên Lubnan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û çiqas avahiyên wan hene.

Di vî warî de, şêniya bi navê Ahîn Elî diyar kir ku malbata Barzanî Başûrê Kurdistanê kontrol dikin û got, malbata Barzanî li gorî berjewendiyên malbatî kar dike û xizmeta gelê Başûrê Kurdistanê nake.

Ahîn Elî anî ziman ku malbata Barzanî nikare destkeftiyên gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, biparêze û wiha domand: "Lê belê piştgiriyê didin dijminên gelê Kurd û şerê Hêzên Parastina Gel dike û dîwarekî di navbera me de ava dike. Ji vê yekê diyar dibe ku ew berjewendiyên kesayetî li ser berjewendiya Kurdistanê bigirin.”

Ahîn Elî îşaret pê kir ku malbata Barzanî nûnertiya dewleta Tirk û AKP`ê dike û wiha pê de çû: “Mîna heke partiyeke Kurd bixwaze xebatên siyasî li Başûrê Kurdistanê bimeşîne nikare ruxsetê bi dest bixe, lê partiyên tirkî bi hêsanî li Başûrê Kurdistanê dixebitin.”

Malpera American Prospect eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî ji girîngtirîn muşteriyên siyasî yên dîktator ên şîrketa Withers a avahiyan e ku pereyan ji welatê xwe didizin û li derve di bin navên hevser û xizmên xwe qeyd dikin.

Li gorî heman malperê, 300 avahî bi navê hevsera Barzanî, xwişk û bira û xizmên wî hene. 200 avahî bi navê hevserê xalîtka Nêçîrvan Barzanî, Salar Hekîm hene. Derdora 100 milyon bi navê apê Nêçîrvan Barzanî hene.

Her wiha Ahîn Elî got di encama gendeliyê de aloziyên aborî li Başûrê Kurdistanê hene û xelk koçber dibe û ev li gotina xwe zêde kir: “Malbata Barzanî siyaseta xwe ji ya rejîma Baas a li Iraqê wergirtiye.”

Ahîn Elî bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku xwe birêxistin bikin û bibin yek, li hember gendeliya li welêt serî hildin û dernekevin derveyî welêt. Her wiha destnîşan kir ku divê gelê Başûrê Kurdistanê welatê xwe birêve bibe ne malbata Barzanî.

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Bêrîvan Şêx Dawûd got: “Şîrket û avahiyên malbata Barzanî li Tirkiyê hene. Ev îsbat dike ku ew li gorî berjewendiyên xwe yên kesayetî kar dike. Ruxmî ku xelkê Başûrê Kurdistanê koçber dibin û li ser sînorên dewletên derve ji birçîbûnê û sermayê dimirin.”

Şêniyê bi navê Misewec El-Mihemed diyar kir ku koçberî û xizaniya li Başûrê Kurdistanê encama siyasetên dîktatoriyê û zihniyeta desthildatî ye ku pergala heyî pêk tîne û bi domdarî got: “Malbatek desthilatê bi rêve dibe, tiştek xwazeyî ye ku hemû berhemên herêmê bikevin xizmeta vê malbatê û gel jê par bimîne.”

El-Mihemed îşaret bi dîroka malbata Barzanî kir û got: “Di vê dawiyê de malbata Barzanî gelek biryar girtin ku dikevin berjewendiya dijminên kurdan, di sêrî de dewleta Tirk a dagirker ku di navbera wan de têkiliyên aborî û dîrokî hene.”

El-Mihemed balkişand ser siyasetên malbata Barzanî û wiha domand: “Ji ber wan siyasetan, gelê Kurd gelek destkeftî ji dest da ku bi xwîna hezaran şehîdan hatine bidestxistin.”

(şx)

ANHA