​​​​​​​Çima di dagirkirina Şengal de bi israr in?

Hêzên hikumeta Iraqê û PDK'ê ku di sala 2014'an de ji Şengalê reviyan û xelkê wê di pencên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin, niha bi lêkirina dîwarê di navbera wê û Rojava de îdia dike ew ku parastina Şengalê dikin. Lê herêmên sînorî yên din ên di navbera Iraq û Sûriyê de vekirî dimînin. Gelo girîngiya stratejîk a Şengalê çi ye?

​​​​​​​Çima di dagirkirina Şengal de bi israr in?
16 nîsan, 2022   04:07
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Şengal herêmeke bedew e bi çiyayê xwe yên bilind tê parastin. Ji ber bedewabûn û erdîngariya xwe ya stratejîk ku li ser sêgoşeya sînorî (Iraq, Tirkiyê, Sûriyê) ye di dîrokê de bala gelek hêzên cîhanê anî ser xwe.

Şengal a ku piraniya niştecihên wê Kurdên Êzidî ye, ji herêmên her kevn ên Mezopotamyaya jêrîn e, li rojavayê bajarê Nînewayê dikeve, bi çiyayê xwe navdar e ku bilindahiya wê dighêje hezar û 463 metreyan, ji ber vê yekê xwedî girîngiyeke leşkerî ye.

ŞENGAL DERIYÊ RÊYA HERÎR BER BI DERYAYA SPÎ VE YE

Şengala sê dewletan bi hev ve girêdide, xwedê girîngiyeke aborî ye, ji ber ku bendera rêya Herîr ya ber di deryaya Spî ve ye. Dewleta Tirk a ku di nava aloziyeke aborî de tengijî ye gefa dagirkirina wê dixwe, da ku aboriya xwe ya hilweşiyayî geş bike.

Ev erdîngarî an ku Şengal a xwedî baweriya êzidiyatî ya kevn û pîroz li cem Kurd di bin gefên qirkirinê de ye. Gelek hêzên hundirîn û yên derve, di serî de dewleta Tirk ji bo dagirkirina wê di nav nakokiyan de ne.

Dîroka dewleta Tirk bi ferman û komkujiyan dagirtî ye ku li dijî civaka Êzidî pêk anîne. Fermana herî dawî di 3'yê Tebaxa 2014'an de bû. Di vê dîrokê de dewleta Tirk bi rêya çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir û komkujî li dijî xelkê wê pêk anîn. Di encamê de bi hezaran kes şehîd û birîndar bûn. Her wiha bi hezaran hatin revandin.

Dijwariya fermana dawî ji bo Kurdên Êzidî dersek bû ku êdî qebûl nakin ku dîsa dûbare bibe. Di wê fermanê de çekdarên PDK'ê ku qaşo parastina Şengalê dikirin, dev ji Şengalê berda û xelkê wê di pencên çeteyan de hiştin. Herî dawî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA-Star bi hawara xelkê wê ve hat û ew rizgar kirin.

JI SERDEMA SUMERAN VE LI HEMBERÎ QIRKIRINÊ LI BER XWE DIDE

Civaka Êzidî bi çand û baweriya xwe ve girêdayî ye û di oxira parastina çand û baweriya xwe ya ku vedigere hezarên salan de berdêlên giranbuha dan. Ji serdema someran (3500,5000)bz ve li hemberî qirkirinê li ber xwe dide.

Da ku ferman careke din dûbare nebin, Êzidiyan piştî ku fikirê rêber  Abdullah Ocalan nas kir di sala 2014'an de, dest bi lêgerîna li heqîqetê kir û îro bi hemû rê û rêbazan têkoşîna parastina cewherî dikin. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Asayîşa Êzîdxanê ava kirin ku xak, ziman, çiya, deşt, ol û çanda xwe ji hêzên derve diparêzin.

/kr/uploads/files/2022/04/15/190736_.webp

Li ser girîngiya erdîngariya Şengalê rojnamevan Sîpan Silo got: "Çiyayê Şengal wekî çiyayekî xurt û asê tê naskirin, gelek şikeft tê de hene û di kûrahiyê wê de xêr û bêr hene. Ji ber erdîngariya xwe xwedî cihekî girîng e, împrator û hêz xwe dispartin çiyayê wê."

'BÛYERÊN KU LI ŞENGALÊ RÛ DIDIN DÛBAREBÛNA DÎROKÊ YE'

Sîpan Silo anî ziman ku hebûna Tirkiyê, Îran, hikumeta Iraq û PDK'ê li Şengal û derdora wê dîrok e û wiha domand: "Şengal li cem Sumer, Mîtaniyan, Asûrî, Rûm, Faris, Osmanî, Bîzans, Îslam, Mongol û eşîrên Tirkan cihekî girîng digirt. Ji ber vê girîngiya erdîngarî û civakî ya Şengalê van hêzan dixwestin wê kontrol bikin. Şengal wekî navenda şaristaniya civakî tê dîtin."

Silo di berdewama axafina xwe de diyar kir ku Şengal dergehê sereke û kilîta derbasbûn û kontrolkirina Mezopoptamyayê bû, ji ber vê yekê hemû împratoriyan berê xwe didanê.

Rojnamevanê Êzidî Sîpan Silo da zanîn ku ji 6 hezar sal ve Êzidî li Şengalê ne û şûnwarên ku hatine dîtin vê yekê piştrast dike. Her wha destnîşan kir ku Êzidiyan li çiyayan xwe ji xeteriyan parastin  ku paliştekî xurt ê parastina wan ji gefan bû.

Silo bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê dema ku di sala 2014'an de êrişî Şengalê kirin nekaribûn xwe bigihînin çiyayê wê û heger karibana wê komkujiyên herî mezin di dîrokê de li dijî Êzidiyan pêk anîbana.

Silo her wiha da zanîn ku êrişên împratorî û şaristaniyên ku  li pey hev hatin ên li ser Şengalê ranewestiyan û ev tişt got: "Gelek şer û ferman bi serê Êzidiyan de anîn. Dema ku Moxol êrişî Şengalê kir 30 hezar mal tune kirin, heta niha hejmara Êzidiyan ku di wê fermanê de hatin qirkirin nayê zanîn."

LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ PLANÊN VEJANDINA OSMANIYAN

Li gorî serjimariyên fermî yên hikumetê, beriya êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê, hejmara xelkê wê 380 hezar bûn. Silo diyar kir ku hejmara Êzidiyên niha li Şengal 100 hezar kes derbas nake û wiha pê de çû: "Sedema daketina vê hejmarê siyasetên bi plan in. Her hêzek dema ku bixwaze êrişê cihekî bike astengî û berxwedana li hemberî xwe radike. Ev tişt li Şengalê çêbû, niştecihên wê kirin hedef û komkujî li dijî wan pêk anîne. Lê Êzidî qebûl nekirin ku xaka wan were qirêjkirin û li hemberî van planan sekinîn."

Têkildarî armancên hêzên komploger li ser Şengal, rojnamevan Sîpan Silo wiha axivî: "Şengal deriyê Mûsilê yê rêya bazirganiyê ya ku diçe Tirkiyê ye. Tirkiyê dixwaze rêyên nû yên aborî veke. Planên Tirkiyê ne tenê Şengalê ne, lê belê dagirkirina herêmên Sûriyê û Iraqê ye, armanca wê çavnebariyên împratoriya Osmanî vegerîne."

9'ê Cotmeha 2020'î de hikumeta Kazimî û PDK'ê li ser rêvebirina Şengalê peymanek îmze kirine.

Hêzên ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê de reviyan, niha bi rêya lêkirina dîwarê şermê dixwazên xelkê Şengalê yên ku projeya xwe ya rêveberiya xweser ava kirine, tengav bikin.

'ŞENGALEKE BÊ ÊZIDÎ DIXWAZIN'

/kr/uploads/files/2022/04/15/190755_capture-192.168.0.01_56_34_20.still301-1536x864-1-780x470.webp

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso diyar kir ku lêkirina dîwar û dorpêçkirina Şengalê encamên zihniyeteke dijminane li hemberî gelê Kurd e.

Xerîb Hiso anî ziman ku dixwazin di kesayetên êzidiyên ku rastî ferman û komkujiyan hatin de planên xwe pêk bînin û wiha dom da axaftina xwe: "Ev siyaset berdewama siyaseta Partiya Baas a Iraqê ye ku her tim hewl dida îradeya Êzidiyan bişkîne û wan neçar bike ku dev ji çiyayê Şengalê berdin û wan li gundên derdora çiyayê asê bikin da ku wan dûrî kurdayetiya xwe bixînin û îradeya xwe raset bikin."

Hiso got, ev siyasetên li dijî civaka Êzidî kevn, hevpar û nejadperest in û wiha got: " Jenosaydeke nû ye û siyaseta qirkirnê ye, di sala 2007'an de Sîba û Şêx Xidir teqandin, di wê rojê de herî kêm hezar Êzidî hatin qetilkirin. Armanca wan Şengalek bê Êzidî bihêlin."

Xerîb Hiso diyar kir ku PDK'ê û hikumeta Iraqê ji fermana 2014'an ne dûr in û wiha pê de çû: "Çawa hêzên leşkerî  li hemberî komên DAIŞ'ê têk çûn û ji herêmê vekişin! Tiştekî wiha ne mumkin e, lê planek bû."

'MÛSIL KET, ŞENGAL LI BER XWE DA'

Hiso îşaret pê kir ku civaka Êzidî ne li dijî hikumeta Iraqê ne, lê dixwaza mîna hemû iraqiyan bi mafên xwe yên çandî û exlaqî li ser xaka xwe ya dîrokî bijî û got: "Êzidiyan li hemberî hikumeta Iraqê çek ranekirine, berovajî vê yekê çek rakirin, xwe û yekitiya xaka Iraqê parastin, şerê DAIŞ'ê kirin û ji bo rizgarkirina herêmên xwe şerê DAIŞ'ê kirin. Mûsil li hemberî DAIŞ'ê ket, lê Şengal parastina xwe kir, bi piştevaniya gerîlayên Tevgeriya Rizgariya Kurdistanê li ber xwe da. Mixabin hikumeta Iarqê û PDK'ê tu alîkarî nedan. Ne hikumeta Iraqê, lê Şengaliyan herêmên xwe ji DAIŞ'ê rizgar kirin."

'BI ERÊKIRINA FERMÎ TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ BERÎ DA ŞENGALÊ'

Hevserokê TEV-DEM'ê daxuyand ku li Şengalê nirx û rêgezên demokrasiyê di çarçoveya biratiya gelan de derket, Êzidî û pêkhateyên din hêzên xwe kirin yek û ber bi azadiyê ve gav avêtin. Hiso bi domdarî got: "Hikumeta Iraqê vê projeyê ku wekî rewşeke nû li Rojhilata Navîn derketiye, qebûl nake. Ev proje bûye kaxezeke mezin di aliyên siyasî û civakî de û bandora wê li civakan mezin e, ji ber vê yekê ji vê projeyê ditirsin."

Xerîb Hiso diyar kir ku PDK, Tirkiyê û hin hêzên din bi siyasetên qirêj israr kirin ku gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji Şengalê derkevin û wiha pê de çû: "Piştî vekişîna gerîlayan diyar bû ku planên qirêj hene ku dest bi qirkirineke nû li dijî Şengalê bikin. Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi erêkirineke fermî ji aliyê hikumeta Iraq û PDK'ê ve çû Şengalê, ev tiştek ne veşartî ye, tevahî cîhanê rihê fedekarî û lehengiyê ku gerîlayan ji bo parastin û rizgarkirina Êzidiyan dan, dîtin."

'LÊKIRINA DÎWAR  NAMEYEK JI BO GELÊ ROJAVA YE'

Hiso destnîşan kir ku lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de encamên lihevkirinên qirêj ên bi armanca dorpêçkirina Êzidiyan e û ne ji bo parastina wan ji DAIŞ'ê ye mîna ku îdia dikin û got: " DAIŞ ji derdora El-Bûkemal û Beac êrişî xaka Iraqê kir, ev dîwar ji bo Êzidiyan mîna qirkirin û ferzkirina çogdanînê ye. Li çûna ku vî dîwarî lê bikin çima qebûl nakin ku Êzidî cihê xwe di parlamantoya Iraqê de bigire û mafên wan di destûra Iraqê de misoger bikin."

Xerîb Hiso îşaret pê kir ku lêkirina dîwar tê wateya naskirina peymanên Lozan û Sykes Picot e û ev nirxandin kir: "Heta duh jî şerê planên Sykes Picot dikirin ku dewlet parçe kirin, lê îro nexşeya wî xêz dikin. Lêkirina vî dîwarî tê wateya bidawîbûna desthilata wan, dixwazin civakan ji hev dûr bixin û dixwazin nameyekê bidin gelê Rojava ku qirkirineke û li pêşiya Êzidiyan heye û hûn nikarin vê care wan rizgar bikin."

Hiso diyar kir ku Tirkiyê li piştî van dîwaran bi hezaran çete derbasî Sûriyê û Iraqê kirine û got: "Li pişt van dîwaran çete perwerde kirin. Lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de wê di pêşerojê de xeteriyeke mezin çêbike, ji ber ku pêwîstiya xelkê Şengalê bi mîna vî dîwarî tune ye. Ev tê wateya amadekariyên fermaneke nû li dijî Şengalê. Divê civata navneteweyî û aliyên iraqî û partiyên siyasyî yên li Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin û helwesteke niştimanî nîşan bidin."

'IRAQ BI TENÊ NIKARE VÎ DÎWARÊ LÊ BIKE'

Xerîb Hiso da zanîn ku dem hatiye ku îtîraf bi Êzidiyên ku berdêlên giranbuha dane, were kir û wiha axivî: "Êzidiyan çog ji tu kesî re dananîn, li ber xwe dan, bi kar û fedekariyên xwe serbilind in. Erka hemû Êzidiyan e ku dengê xwe bilind bikin û li hemberî dîwarê ku tê lêkirin, bibin xwedî helwest. Di cîhanê de bi em bi têkoşîn û berxwedana xwe tên naskirin, divê em  vê têkoşînê dewam bikin."

Têkildarî rola dewleta Tirk jî, Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso got: "Rola dewleta Tirk heye, li Efrîna dagirkirinê mêtîngehan ava dike. Aboriya Iraqê ji hev ketiye wê derfetên lêkirina dîwar ji ku bîne. Bêyî desteka dewletên din Iraq bi tenê nikare vî dîwarî lê bike."

ANHA