Dewleta Tirk a dagirker gundekî Amêdiyê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundê Hirûrê yê Kanîmasî li Amêdiyê a Dihokê ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker gundekî Amêdiyê topbaran kir
15 nîsan, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, 2 guleyên topan li ber du malan ketine û ziyanek mezin bi malê ketiye. Der barê ziyana canî de ti agahî nehate standin.

Nehat zanîn bê ka dewleta Tirk ji nav baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, gund topbaran kiriye yan jî ji baregehên li Bakurê Kurdistanê.