​​​​​​​`Divê gel li hemberî xwezayê berpirsiyar be`

Welatiyên Qamişlo û Dirbêsiyê hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê erênî nirxand û gotin: “Pirsgirêka paqijiyê tenê bi hemleyan çareser nabe; divê gel bi erka xwe ya li beramberî xwezayê rabe.”

​​​​​​​`Divê gel li hemberî xwezayê berpirsiyar be`
​​​​​​​`Divê gel li hemberî xwezayê berpirsiyar be`
​​​​​​​`Divê gel li hemberî xwezayê berpirsiyar be`
​​​​​​​`Divê gel li hemberî xwezayê berpirsiyar be`
​​​​​​​`Divê gel li hemberî xwezayê berpirsiyar be`
15 nîsan, 2022   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi dirûşma “Paqijiya bajêr paqijiya civakê ye” di 28`ê Adarê de li Qamişlo û Hesekê dest bi hemleya paqijiyê kir. Niha hemle li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Qamişloyê Mûna Farûq îşaret bi bandora erênî ya paqijiyê li ser tenduristî û hewayê kir û got: “Hemû cureyên nexweşiyan ji gemarê çêdibin, ji ber wê hemû ol paqijiyê dipejirînin. Heke çanda paqijiyê bê esasgirtin wê rê li belavbûna nexweşiyan bê girtin.”

Mûna Farûq wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qirêjî nexweşiyên hundirîn bi mirovan re çêdike. Ji ber gemarê nexweşî derbasî meedeyê dibin û mirov zikêşî dibe. Kêzikên ji gilêşê çêdibin dibin sedema nexweşiyên çerm.”

Mûna Farûq bal kişand ser girîngiya parastina ekolojiyê jî û diyar kir ku divê di çarçoveya hemleyê de dar jî bên çandin.

`DIVÊ GEL BI ERKA XWE YA PAQIJKIRINÊ RABE`

Endamê Komîna Şehîd Qendîl a Qamişloyê Kamîran Lewend jî da xuyakiriin ku pirsgirêka paqijiyê tenê bi hemleyan çareser nabe, lê dibe mînak da ku çanda paqijiyê bi pêş bikeve.

Kamîran Lewend bang li welatiyan kir ku tev li hemleya paqijiyê bibin û bi erka xwe ya li hemberî xwezayê rabe.

`PAQIJÎ BERPIRSYARIYA WELATIYAN E`

Xanê Tahir jî ku ji bajarê Qamişloyê ye, diyar kir ku hemleya TEV-DEM’ê ya paqijiyê erênî ye û got: “Dema paqijî li kolanan tê dîtin, dîmenkî xweş tê pêşberî microvan. Esasê hemû civakan paqijî ye. Asta paqijbûna bajarekî, asta berpirsyariya şêniyên wî bajarî nîşan dide.”

DIRBÊSIYÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê diyar kir bi xebatên saziyekê tenê an kesên têkildar, pirsgirêkê çopê çareser nabe û gotin:  "Divê her yek ji mal û taxa xwe dest pê bike."

Welatiya bi navê Jiyana Ebas anî ziman ku hemleya ku TEV-DEM'ê daye destpêkirin ji bo çareserkirina pirsgirêka komkirina çopê têrê nakê, divê hemû şênî beşdarî hemleyê bibin û her yek ji pêşiya mala xwe û taxa xwe dest pê bike.

Jiyan Ebas got, bi beşdarbona şênî û saziyên têkildar mîna şaredariyan pirsgirêka çopê çareser dibe û da zanîn ku divê her yek erka xwe bi cih bîne, kolan û taxan bişo û dezenfekte bike û divê cihek diyar ji bo komkirina çopê were diyarkirin.

Jiyan Ebas diyar kir ku paqij ji bo mirovan gelekî girîng e da ku di jîngeheke paqij de bêyî nexweşî û qirêj bijî.

Welatiya bi navê Diyana El-Ebdullah jî anî ziman ku hemleya ku TEV-DEM'ê daye destpêkirin mîna hemleyek hişyarkirinê ye da ku şênî bajar û gundên xwe paqij bikin û got, lê ev hemle nabe çareseriya dawî.

Diyana El-Ebdullah îşaret bi bandorên neyinî yên qirêjê li ser jîngeh û mirovan û wiha domand: "Qirêj sedema gelek nexweşiyên çerm e, her wiha bandorê li hevsengiya jîngeh û xwezayê dike.

Diyana El-Ebdullah her wiha bal kişad ser rola koman û ev tişt anî ziman: "Rola komînan  di çareserkirina pirsgirêka çopê de girîng e. Civaka me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser jiyana komînal hatiye avakirin. Ji ber vê yekê divê semîner li ser girîngiya paqijiyê bi koordîneya komînan ji aliyê saziyan ve werin dayîn."

Hevseroka Komîna Şehîd Kemal a Dirbêsiyê Zên El-Elî hemleya TEV-DEM'ê bi gaveke girîng bi nav kir û got, paqijî beşek sereke ji jiyana mirovan e.

Zên El-Elî îşaret bi erka ku dikeve ser milê komînan da ku dawî li pirsgirêka çopê bîne û wiha anî ziman: "Divê komîn bi rêya birxistinkirina şêniyan û dayîna semîneran li ser girîngiya paqijiyê û bandorên neyinî yên qirêjê li ser mirov û jîngehê rola xwe di hemleya paqijiyê de baş pêk bîne."

ANHA