Rojnameyên erebî: Perwerdeyên leşkerî li ‘herêma bêçek’

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa li ‘herêmên bêçek’, xitimîna siyasî ya li Iraqê û kar û barên Lîbyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Perwerdeyên leşkerî li ‘herêma bêçek’
Rojnameyên erebî: Perwerdeyên leşkerî li ‘herêma bêçek’
Rojnameyên erebî: Perwerdeyên leşkerî li ‘herêma bêçek’
15 nîsan, 2022   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

`MIJÛLBÛNA RÛSYAYÊ HIŞT KU OPOZÎSYON Û REJÎM PERWERDEYÊN LEŞKERÎ PÊK BÎNIN`

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Li gorî çavkaniyên leşkerî yên opozîsyonê, hemwextî bidawîkirina rejîma Sûriyê perwerdeyên leşkerî yên hêzên xwe li baregehên nêzî eniyên şer ên li Idlibê, komên çekdar ên opozîsyonê di vê dawiyê de perwerdeyên leşkerî yên komên xwe zêde kirine.

Çavkaniyekî taybet diyar kir ku hêzên Firqeya 25`an a hêzên a rejîma Sûriyê û alîgirê Rûsyayê bi serkêşiya Suhêl El-Hesen di vê dawiyê de projeya perwerdekirina zêdetirî hezar endamî bi dawî kir. Dewreyê mehekê dewam kir û li baregehên rejîmê yên li parêzgeha Idlibê hatin lidarxistin.

Li herêma bêçek ku ji parêzgeha Idlibê, gundewarên Hema, Heleb, Laziqiye pêk tê, milîsên Îranê û hêzên rejîma Sûriyê êrişên xwe zêde kirin. Hemwextî wê êrişên hewayî yên Rûsyayê li dijî gund û bajarokên nêzî eniyên şer li herêmên çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê û gundewarên Helebê zêde bûn. Her wiha hêzên rejîmê gelek caran hewl da nuqteyên di bin kontrola opozîsyonê de yên nêzî eniyên şer kontrol bikin.”

`ÇARÇOVEYA KOORDÎNEKIRÎ VEBIJÊRKA JI NÛ VE HILBIJARTINA KAZIMÎ DINIRXÎNE`

Der berê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Hêzên Çarçoveya Koordînekirî hemû vebijêrkên li pêşiya xwe dinirxîne da ku ji aloziya siyasî bi zirarên herî kêm derkeve. Nexasim piştî derbasbûna 12 rojan (bi giştî 40 e) ku serokê Tevgera El-Sadir Muqteda El-Sadir ji bo çareserkirina aloziyê diyar kiriye.

Li gorî agahiyan, çarçove vebijêrka ji nû ve hilbijartina Mistefa Kazimî tevî pêkanîna guhertinan dinirxîne. Bi taybet li gel ku Tevgera El-Sadir bersiva însiyatîfa çarçoveyê ya avakirina bloka herî mezin neda.

Li gorî çavdêran, Çarçoveya Koordînekirî ji helwesta El-Sadir bi fikar e ku fişarê bike, parlamentoyê ji hev bixe û lidarxistina hilbijartinên nû bixwaze. Ji ber wê vebijêeka ji nû ve hilbijartina Kazimî dinirxîne.

Li beramberî wê, Tevgera El-Sadir dibîne ku lidarxistina hilbijartinên nû, ji bo wê vebijêrka herî guncaw e, bi taybet ku rêveberên wê dibêjin derfet heye careke din bi ser bikevin. Ev yek dê bihêle dijberên wê çeka “bloka astengkirî” ji dest bidin ku li dijî projeya wê ya siyasî bi kar tînin.”

`CIVÎNÊN QAHÎREYÊ… NUQTEYÊN TALOQKIRÎ Û VEKIŞÎNA PARLAMENTERAN`

Girêdayî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Di civînên komîteyên Meclisa Parlamenteran û Meclisa Dewletê de nakokî li ser destûrê derketin û gelek parlamenter ji civînê vekişîn. Nûnerên Meclisa Parlamenteran li ser guhertina destûrî ya bi hejmar 12’an bi israr in. Nûnerên Meclisa Bilind a Dewletê jî, li ser însiyatîfa şêwirmenda navneteweyî Stephanie Williams bi israr in ku banga avakirina zemîneke destûrî dike ku li ser bingeha wê hilbijartin li dar bikevin.

Li gorî çavkaniyan, endamên Meclisa Parlamenteran Remadan Şinîş û Nesrûdîn Mihene ji civînê derketine.”

(şx)