Pêkhateya Ereb azadiya rêber Ocalan azadiya xwe dibîne

Welatiyên Ereb ên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku azadiya rêber Ocalan azadiya wan e. Her wiha ji bo azadiya dîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Pêkhateya Ereb azadiya rêber Ocalan azadiya xwe dibîne
15 nîsan, 2022   07:36
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Li gel bêdengiya civata navneteweyî û herêmî, dewleta Tirk tecrîda girankirî  ya li dijî rêber Ocalan dewam dike.

Di vê der barê de şêniyên Ereb ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bang li civata navneteweyî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan zextê li dewleta Tirk bikin. Her wiha anîn ziman ku armanca tecrîdê astengkirina belavkirina ramanê rêbertî ye.

Şêniya bi navê Înas Hisên EL Hisên, tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û wê weke binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî bi nav kir.

Şêniyê bi navê Seîd El-Hebîb, destnîşan kir ku di nava alozî û şerên li cîhanê de, ji bo gelan projeya neteweya demokratîk çareseriya herî guncaw e.

Seîd El-Hebîb diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan divê têkoşîn bê xurtkirin û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku li bangên ji bo azadiya Ocalan guhdar bikin.

Di heman çarçoveyê de şêniya bi navê Necah El-Qeso anî ziman ku dewleta Tikr fikrên rêber Ocalan ên ji bo azadiya gelan dike hedef û got: " Rêber Ocalan mafê jinê û derbirînê da, gelek nirxandin di vê der barê de jî kir, maf û erkên jinan ji wan re şîrove kir."

Necah El-Qeso got, siyasetên dewleta Tirk ji aliyê pêkhateyên herêmê nayên qebûlkirin, dê nikaribe gelên herêmê vegerîne serdema dagirkeriya Osmanî. Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga serhildan û têkoşîna kir.

(şt)

ANHA