Li Amedê êrişên li dijî rojnamevanan

Vê sibehê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê polîsên Tirkiyê bi ser gelek malan de girtin û rojnamevan Kadrî Esen û Alî Koçer jî di nav de gelek kes destgîr kirin.

Li Amedê êrişên li dijî rojnamevanan
15 nîsan, 2022   05:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de saetên serê sibê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin û rojnamevan jî di nav de gelek kes destgîr kirin.

Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê û rojnameger Kadrî Esen rojnamevan Alî Koçer jî hatine destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Duh jî di dadgeha îstînafê de cezaya 20 sal û 10 meh ya ji bo rojnamevanên ku ji doza rojnameya Ozgur Gundemê dihatin darizandin hat erêkirin.