ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2022
14 nîsan, 2022   23:00

-Kildanên Dêrikê Cejna "Qiyama" (Roja Mezin) li Dêra Mar Gerges pîroz dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ehmed Xelef li ser rihê berpirsiyariyê mezin bû. Berpirsiyariya malbatê, piştre ya welatê xwe girt ser milê xwe. Soz da û soz xwe bi cih anî, di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû û navê xwe di nava rûpelên dîrokê de nivîsand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê diyar kir ku ji ber israra gel a di berxwedana li hemberî siyasetên qirkirinê de, siyasetên hikumeta Şamê û dewleta Tirk têk çûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pêkanîna planên xwe yên pêşerojê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên aram bûn vediguherîne baregehên leşkerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di nav 4 mehan de bi sedan caran xeta Til Temir û Zirganê hat topbarankirin, saziyên sivîl û malên welatiyan kirin hedef. Di encama êrişan de şehîd û birîndar çêbûn. Her wiha zirarên madî jî li herêmê pêk hatine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên dagirkerî, aramî û ewlehî tune ne, dem bi dem çeteyên dewleta Tirk a dagirker şerê hev dikin. Di vê der barê de serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê anî ziman ku dewleta Tirk piştgirî dide vê yekê û dixwaze demografiya herêmên dagirkirî biguherîne. (BI WÊNE).

-Şêniyên Tirbespiyê û Girkê Legê diyar kirin ku armanca lêkirina dîwar di navbera Rojava û Şengal de têkbirina destkeftiyên gelan e û bi projeya qirkirina gelê Kurd bi nav kir. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk û PDK'ê li pey vê projeyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hiqûqnasên Dêrazorê diyar kirin ku "Lihevkirnên" ku hikumeta Şamê pêk anîne komployeke da ku sûcên ku li dijî gelê Sûriyê pêk tîne binixumîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Erebên Tirbespiyê diyar kirin ku azadiya rêber Ocalan azadiya wan û ji pêkanîna wê banga xurtkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Gelek pirs di mejiyê gelê Kurd û Kurdistanê de çêdibin. Ji wan erkên pêşîn ên rayedarên malbata Barzanî çi ne? Çima rayedarên malbata Barzanî bi deh milyaran dolaran li Amerîka, Ewropa û Tirkiyê xerc dikin û di heman demê de gelê Başûrê Kurdistanê rûbirûyî birçîbûnê ne. Çima guh nadin qetilkirin, birçîkirin û koçberkirina gel? (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Luqman Ehmê ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye bi sûcekî şer bi nav kir û got, divê hikumeta Şamê berê xwe bide diyaloga sûrî – sûrî, aloziya Sûriyê çareser bike û dev ji rêbazên ambargo û birçîkirina gel berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji roja yekemîn a tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê ve, dosyaya Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê wê bi taybet li ser maseya diyalogan e ku ji dewletên herî zêde pê bandor bûne. Gelo bandorên vê yekê çi ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên kantona Hesekê û Hesekê hemleya paqijiyê ya ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve hatiye destpêkirin erênî nirxandin û gotin, bêyî beşdarbûna aktîv a şêniyên wê armancên xwe pêk neyne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA