Tevlîheviya li herêmên dagirkirî dikeve xizmeta ajandeyên dewleta Tirk

Li herêmên dagirkerî, aramî û ewlehî tune ne, dem bi dem çeteyên dewleta Tirk a dagirker şerê hev dikin. Di vê derbarê de serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê anî ziman ku dewleta Tirk li pişt wê yekê  ye û dixwaze demografiya herêmên dagirkirî biguherîne.

Tevlîheviya li herêmên dagirkirî dikeve xizmeta ajandeyên dewleta Tirk
15 nîsan, 2022   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, alozî heye, hema bêje rojane komên çete şerê hev dikin. Di meha Nîsanê de gelek bûyerên kuştina çeteyan de rû dan. Ev şer û kuştin li ser parvekirina tiştên dizî, kontrokirina rêyên diçin Tirkiyê ne. Tevî vê yekê tu çavdêrî û ceza tunene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di  10'ê Nîsanê de ragihand ku li gundê Mixtelê yê Serêkaniyê di navbera çeteyên koman "Şuheda Bedar" û çeteyên koma "Şuheda Hesekê" de şer derket. Şer li ser rêyên qaçaxçîtî û parvekirina dahatên bendên kontrolê bû.

7'ê Nîsanê jî li ser qaçxçîtiya mirovan di navbera çeteyên "Melek Şah" û "El-Hemze " de li gundê Til Helef ê Serêkaniyê şer derket.

TÊKÇÛNA ARAMIYÊ

Di encama şerê di navbera çeteyan de sivîl dibin qurbanî, di şerê vê dawiyê yê di navbera çeteyên "Feyleq El-Şam" û "El-Hemze" de li navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî 2 welatî di nav de jinek bi giranî birîndar bû.

5'ê Nîsanê li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê di navbera 2 çeteyên " Feyleq El-Şam " de şer derket. Çeteyek hatibû kuştin û 15 birîndar bibûn, her wiha ji ber wî şerî hejmarek ji welatiyan birîndar bibûn.

SOHR diyar kir ku 3'yê Nîsanê li navçeya Silûk a Girê Spî ya dagirkirî serçeteyekî "Polîsên Leşkerî " hatiye kuştin.

Destpêka vê mehê jî çekdarên nenas êrişî bendeke kontrolê ya çeteyên " El-Cebhe El-Şamiyê " li ser rêya Sico ya di navbera bjarên Ezaz û deriyê Bab El-Selama yê sînorî de yê li gundewarê Helebê kirin, û şer derket. Di şer de 7 çeteyên " El-Cebhe El-Şamiye " hatin kuştin di nava wan serçeteyekî ji Til Rifetê û 9 çete jî birîndar bûn, her wiha rêya bajarên Babê-Raîî û rêya Sosiyan-Bab hatin girtin şer berfireh bû, çeteyan hêzên xwe ber bi gundê Olan ve şandin.

Wê demê hem çeteyên "Ehrar El-Şam" hatin tawanbarkirin, ji ber ku di navbera her du koman de nakokî hebûn û gefên tolhildanê hatibûn xwarin. Ew yek piştî ku di navbera wan de li gundê El-Hedes li bakurê bajarê Babê li ser kontrolkirina dergeh de şer derketibû, pêk hat. Hem jî çeteyên “El-Emşat” hatin tawanbarkirin.

Ji ber ku çeteyên "El-Cebhe EL-Şamiye" koma herî mezin e di odeya operasyonên "Ezim" de ye.

Ew kom xwedî biryara avakirina komîteya lêpirsîna binpêkirinên çeteyên "El-Emşat" û dûrxistina serçeteyê wê Ebû Emşa bû.

KOMÊN ÇETE YÊN HOV XIZMETA DAGIRKERAN DIKIN

Di vê der barê de serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas, Kadar Pîrê ji ajansa me re  got: “Dema di navbera çeteyan de şer derdikeve ev tê wateya ku hêzeke bi rêxistinkirî yan jî Artêşa Nîştimanî weke îdîa dikin li wir tune. Li belê komên çete hene û komên terorîst yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û MÎT`ê ne. Ev bi xwe tê wateya nebûna ewlehî û aramiyê li wan herêman.”

Kadar Pîrê ev tişt anîn ziman: "Ev çete li gor kêfa xwe û serçeteyên xwe tevdigerin. Di navbera serçeteyên koman de jî li ser dizî û talankirinê yan jî li ser serweriya bendên kontorlê nakokî derdikevin. Dagirkeriya Tirk ev yek anî herêmên ku dagir kiriye.”

BI TEVLÎHEVIYAN HEWL DIDIN DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERÎNIN

Çavdêr dibînin ku şerê di navbera çeteyan de ku dem dem rû dide, şerê desthilatê û pereyan e, her wiha pêkanîna daxwazên artêşa Tirk a dagirker a têkbirina aramiya herêmê û koçberkirina şêniyên wê ye, da ku projeya guhertina demografiya wan herêman û tevlêkirina wan ji xaka Tirkiyê re bigihêje serî.

Kadar Pîrê jî tevlî wan çavdêran dibe û dibêje, piraniya wan şeran ji bo parvekirina milkên şêniyên herêmê yên hatne dizîn e, carna jî ji ber tolhildana di navbera serçeteyan de pêk tê û wiha dewam kir: “Di encam de hemû jî girêdayî artêşa Tirk a dagirker in, fermanên wan bi cih tînin, ew jî nebûna aramî li herêmê. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker naxwaze aramî li herêmê çêbibe û dixwaze gelê wê yê resen koçber bibe.”

Kadar Pîrê bal kişand ser kiriyarên dewleta Tirk a dagirker li Lîwa Iskenderon û got: "Li wir jî guhertina demografîk pêk hat, kesên biyanî weke Tirkmenan li wir bi cih kirin. Da ku di pêşerojê de referandûmê pêk bîne û piraniya çete û terorîstên ku anîne herêmê helbet dê ji bo berjewendiyên Tirkiyê. Dewleta Tirk ji xwe vê yekê dixwaze. An jî bi kêmanî hewl dide vê yekê di demeke nêz de pêk bîne, piştî ku di tevlêkirina hin perçeyan ji bo nav xaka xwe bi bin ket.”

Pîrê diyar kir ku şer, rewşa ewlehiyê ya xirab, kuştin, dizîn, talankirin û bûyerên revandinê li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi awayekî sîstematîk pêk tên.

Pîrê dibêje ku dibe yek ji sedemên şerê komên çeteyan jî rewşa aboriyê ya xirab li Tirkiyê be, ku di encamê de piştgiriya ji çeteyan re dihat dayîn hat sekinandin û bi wê re ji bo serweriya li ser bendên kontrolê pev çûn.

YÊN ZIRARÊ DIBÎNIN, ŞÊNIYÊN RESEN IN

Di vê çarçoveyê de, destpêka vê mehê li ser bendeke kontrolê ya çeteyan li bajarê Babê li ser rêya Bab-El-Raîî teqîn çêbû, di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê got, herî zêde welatiyên resen ên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji ber vê rewşê ziyan dibînin.

Her wiha gotina xwe wiha bi dawî kir: "Beşek ji wan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyan ve hatin koçberkirin, yên man jî bi hêvî bûn ku aramî hebe, lê wan dît ku nerîna wan şaş e, ji ber ku çete bi fermana MÎT`a Tirk tevdigerin û hewl didin şêniyên mayî jî bidin koçberkirin ku dagirkeriya Tirk vê yekê armanc dike.”

(şt)

ANHA