Bekir Elo: Berxwedana koçberên Efrînê yên li Şehbayê ji bo vegerê ye

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê diyar kir ku ji ber israra gel a di berxwedana li hemberî siyasetên qirkirinê de, siyasetên hikumeta Şamê û dewleta Tirk têk çûn.

Bekir Elo: Berxwedana koçberên Efrînê yên li Şehbayê ji bo vegerê ye
15 nîsan, 2022   02:24
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Kantona Şehbayê ji zêdetirî 4 salan ve ji aliyê hikumeta Şamê ve rastî ambargoyê û ji aliyê dewleta Tirk ve rastî topbaranê tê. Armanc ji vê yekê ku herêmê ji şêniyên wê vala bike.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Bekir Elo diyar kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker siyasetên plankirî li dijî kantona Şehbayê dimeşînin û rêbazên cûda bi kar tînin da ku şêniyan tengav bikin û herêmên vala bikin.

Elo da zanîn ku hikumeta Şamê ji beriya 4 salan ve ambargo li ser kantona Şehbayê ferz kiriye ku bi sed hezaran koçberên Efrîn û şêniyên resen ên Şehbayê lê hene û bi bîr xist ku di dema dawî de ambargo girantir bûye.

Elo  destnîşan kir ku di dirêjahiya aloziya Sûriyê de li kantona Şehbayê şer rû dan, di encamê de ziyanên mezin bi binsaziya wê bûn û mal xirab bûn. Her wiha diyar kir ku ruxmî ku mal kavil bûne, lê şêniyan berxwedana xwe lê didomînin heta ku Efrîn were rizgarkirin û lê vegerin.

Bekir Elo îşaret pê kir ku şêniyên Şehba yên resen û koçberên Efrînê yên di kampan û malên kavilkirî de mercên zehmet derbas dikin, bi taybet di zivistanî de û got, sedema vê yekê dorpêça giran a ku hikumeta Şamê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ferz kirine ye.

'ERKA HIKUMETÊ YE KU XIZMETÊ PÊŞKÊŞÎ WELATIYÊN SÛRIYÊ BIKE'

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em şêniyên Efrîn û Şehbayê welatiyên sûrî ne û mafên me yên niştîmanî hene. Hikumeta Şamê bi pêşkêşkirina hemû xizmetên pêwîst ji welatiyan re pêwendîdar e. Em neçar bûn ku nasnameya koçberiya rakin û vê yekê jî bandoreke neynî li jiyana me bi giştî kir."

Elo da zanîn ku heger hikumeta Şamê dihêle car caran hin made derbasî kantona Şehbayê bibin, ev nayê wateya ku dorpêç rabûye, ji ber têra pêwîstiyên koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê nakin

Elo wiha pêde çû: "Koçberên Efrînê soz dan ku hemû mercên jiyanî yên zehmet tehemul bikin ku her ji bo têkoşîn û berxwedanê ye. Ji ber ew baş dizanin ku hebûna wan li Şehbayê û berdewamiya wan di berxwedanê de gava yekemîn ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera bi rûmet e ku hêviya her kesî ye."

'RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ ROLA XWE YA MIROVÎ PÊK NEANÎN'

Bekir Elo got, ew bi hêvî dikin ku di van rojên pîroz ên meha Remezanê de, rêxistinên navneteweyî û yên têkildarî mafên mirovan rol û erka xwe ya mirovî li hember koçberên Efrînê pêk bînin û zextê li hikumetê bikin ku ambargoyê rakin, derbaskirina kelûpelên xwarinê, sotemenî û dermanan hêsan bikin.

Elo bang li rêxistinên navneteweyî û pêwendîdar ên mafên koçberan kir ku rewşa koçberên Efrînê bi rêya şandina komîteyan ber bi kantona Şehba û her 5 kampên li herêmê ve ji nêz ve bişopînin da ku êriş û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê û ambargoya giran ku hikumeta Şamê dimeşîne, bibînin.

KOÇBERÊN EFÎNÊ..BERXWEDAN Û ÎSRARA VEGERA BI RÛMET

Bekir Elo têkoşîn û berxwedana koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê yên di kamp û malên hilweşandî de ne silav kir û got, şênî di berxwedan û vegera li Efrînê de bi îsrar in, ji bilî vegerê tiştekî din naxwazin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Bekir Elo di dawiyê de da zanîn ku siyasetên ku bi armanca valakirina herêmê ji şêniyan û têkbirina îradeya şêniyên wê têne meşandin, vala hatin derxistin.

(bx)

ANHA