​​​​​​​Luqman Ehmê: Dorpêçkirina her du taxên Helebê sûcekî şer e

Luqman Ehmê ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye bi sûcekî şer bi nav kir û got, divê hikumeta Şamê berê xwe bide diyaloga sûrî – sûrî, aloziya Sûriyê çareser bike û dev ji rêbazên ambargo û birçîkirina gel berde.

​​​​​​​Luqman Ehmê: Dorpêçkirina her du taxên Helebê sûcekî şer e
14 nîsan, 2022   23:36
REQA – EHMED EL-ESAF

Hikumeta Şamê ambargoya giran a li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne, rê nade madeyên xwarinê derbasî her du taxan bibe. Armanca wê ji vê yekê ku şêniyên her du taxan serî ji hikumeta Şamê re bitewînin, lê şêniyan teqezî li ser berxwedana xwe li hember van kirinan, kir.

Têkildarî mijarê berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê ji ANHA`yê re axivî ku diyar kir ku kirinên hikumeta Şamê ne nû ne, siyaseta ambargoyê li ser piraniya bajarên ku li dijî wê derketin meşand, lê tu sûd ji van tecrubeyên ku dimeşîne negirt.

Luqman Ehmê wiha got: "Armanc ji berdewamiya vê siyasetê ew e ku bi rêya birçîkirinê siyaseta çogdanînê li ser şêniyên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê ferz bike. Lê tecrubeyan îsbat kir ku encamên erênî ji vê siyasetê derneketin. Berovajî vê yekê tevliheviyeke zêdetir derdixe. Ecêbe ku hikumeta îdiyaya nûnertiya gelê Sûriyê û nûnertiya serdestiya Sûriyê dike, lê siyaseta birçîkirin û dorpêçkirinê dimeşîne da ku gel vê serdestiyê qebûl bike." 

Ehmê destnîşan kir ku di şeran de û li gorî qanûna navneteweyî û mirovî ev siyaset sûcekî şer e û wiha pêde çû: "Hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê li hember zêdetirî 200 hezar sivîlên sûrî bikar tîne. Ev yek li gorî Rêveberiya Xweser tê redkirin."

Luqman Ehmê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Divê hikumeta Şamê berê xwe bide diyaloga sûrî – sûrî baştir e ku gelê xwe dorpêç û birçî dike. Diyalog ji çareserkirina aloziya Sûriyê  ku derbasî sala xwe ya 11`an bûye çareserî ye. Bêyî vê diyalogê û bêyî hebûna çareseriya siyasî hikumeta Şamê dê nikaribe serweriya xwe li ser xaka Sûriyê ferz bike û dê nikaribe gelê Sûriyê bi qebûlkirina vê serdestiyê bide qebûlkirin."

Ehmê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dibîne ku diyalog rêbaza yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê û hemû pirsgirêkên di navbera aliyên sûrî de ye. Her wiha got, diyalog çareseriya siyasî ya aştiyane ye ku armanc û hêviyên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê bi cih tîne.

Ehmê anî ziman kirinên hikumeta Şamê yên li hember şêniyên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd siyaseta birçîkirinê ye ji ber piraniya şêniyên wê Kurd in û ev yek diyar dike ku hikumeta Şamê tu aliyên din qebûl nake.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dizanin ku ev siyaset dê tu encaman bi xwe re neyne. Ji ber şêniyên her du taxên dorpêçkirî bi projeya siyasî ji bo rêveberina herêmên xwe ve girêdayî ne û bawriya wan bi projeya wan heye ku ew bingeha sereke ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye."

(bx)

ANHA