Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê

Di nav 4 mehan de bi sedan caran xeta Til Temir û Zirganê hat topbarankirin, saziyên sivîl û malên welatiyan kirin hedef. Di encama êrişan de şehîd û birîndar çêbûn. Her wiha zirarên madî jî li herêmê pêk hatine.

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê
15 nîsan, 2022   01:56
HESEKÊ – MÛRADA KENDA

Ji sere salê heya niha êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên . Wê li ser xeta Til Temir û navçeya Zirganê rawestîne. Her wiha êrişên bi balafirên bêmirov jî li ser xeta Til Temir û Zirganê jî pêk hatin. Li kêleka êrişên dagikeran leşkerên hikumeta Şamê yên ku di encama peymana di navbera Rûsya û dewleta Tirk de sala 2019`an de derbasî xetên wekî Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa bûn, êrişî şervanan kir. Di encama êrişên dagirkeran de gelek welatî birîndar bûn û zirarên madî pêk hatin.

Bîlançoya 4 mehan a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê;

1’ê Çileyê: Navçeya Zirgan, gundê Esediyê, El Xideyir yên Zirganê hatin topbarankirin. Avahiya meclisa navçeya Zirganê hat topbarankirin. Avahî û erebeyên nêzî meclisê zirarên madî dîtin. Gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê hat topbarankirin.

3’yê Çileyê: Gundewarên rojavayê navçeya Til Temir hatin topbarankirin. Gundên Tewîla, Til Tewîl, Um El Kef, Til Cuma, Til Şinan, Dirdara yên Til Temirê hatin topbarankirin.

5’ê Çileyê: Gundê Dirdara û Um El Kêf yên Til Temirê hatin topbaran kirin. Gundê Erebxan yê navçeya Zirganê hat topbarankirin. Til Şinan, Til Kêfçî, Xêbîş yên Til Temirê hatin topbarankirin. Di encamê de xeta kehrebeyê ya 66’an zirar dît.

7’ê Çileyê: Gundên Rêbîat, Til Werid ên navçeya Zirganê hatin topbarankirin. Di encamê de 2 welatî birîndar bûn. Gundên Goliyê, Til Ebûd, Xidrawî û tevî navçeya Zirganê, Dade Ebdal, Matmûra, Xirbet Şexîr hatin topbarankirin.

10’ê Çileyê: Gundên Gozeliyê yê Til Temirê hat topbarankirin.

12’ê Çileyê: Gundên Eboş, Um El Xêr yên Til Temirê hat topbarankirin.

14’ê Çileyê: Gundên Eboş, Dirdara yên Til Temirê hatin topbaran kirin. Gundê Rêbiat, Til El Werd yên navçeya Zirganê hatin topbaran kirin.

26’ê Çileyê: Gundê Til El Leben yê Til Temirê hat topbarankirin.

2’yê Sibatê: Gundên Til Cuma, Umil Kef, Tewîla, Gozeliyê, Til Şinan yên .  Til Temirê hat topbarankirin.

3’ê Sibatê: Nuqteya leşkerên hikûmeta Şamê yê nêzî gundê Dirdara hat topbarankirin. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû. Di heman dîrokê de gundê Til Şinan, Dirdara, Kobir Qerejna yên Til Temirê hatin topbarankirin.

7’ê Sibatê: Rêya giştî ya di navbera Zirgan û Dirbêsiyê, gundê Dada Ebdal, Bobî, Esediyê, Til Ziyab yên Zirganê hatin topbarankirin.

9’ê Sibatê: Til Ziyab yê navçeya Zirganê hat topbarankirin.

17’ê Sibatê: Derdora baregeha hêzên Rûsyayê bi balafirên keşfê hat bombebarankirin. Di encamê de 2 şervan birîdar bûn. 

27’ê Sibatê: Gundên Til Şinan, Umel Xêr, Dişîşa yên Til Temirê hatin topbarankirin. Di encamê de jinek birîndar bû.

1’ê Adarê: Li derdorê gundê Gozelê ku dikeve rojavayê navçeya Til Temir, ji noqteyek rejîma Sûriyê ve li hember şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir êrişek provakatîf hat lidarxistin. Di encama pêvçûnê de 2 şervan şehîd ketin, şervanekî din jî birîndar bû. Her wiha di vê pêvçûnê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

18’ê Adarê: Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê bi obusan rasterast stasyona kehrebeyê ya li Til Temirê kirin hedef. Di encamê de kabilên kehrebeyê hatin qutkirin û stasyona yekemîn a 66 ji xizmetê derket.

3’ê Nîsanê: Navenda navçeya Zirganê û gundên wê Dadebdal, Hac Bobî, Wesfe, Um Hermela yê rojava, Niwêhat, Esediyê, Til Hermel, Rebîat, Til Werd û Projeya Sedam El-Ubeyd bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de hemwelatiyek birîndar bû. Her wiha di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Zirgan û gundewarên wê de zirarên madî yên mezin bi milkên welatiyan de çêbûn û tora enternetê li ser navçeyê qut bû.

Heman dîrokê de gundên navçeya Til Temir yên seranserî ser xetê hatin topbaran kirin. Her wiha stasyona kehrebê ya Til Temirê jî hat topbarankirin. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket.

4’ê Nîsanê: Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navçeya Zirganê bombebaran kir. Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîdar bûn. Her wiha navenda Zirganê û gundê Esediyê jî hatin topbarankirin.

6’ê Nîsanê: gundê Esediyê yê Zirganê hat topbarankirin. Di encamê de 5 welatî birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker li gundên Til Temir û Zirganê yên hatine dagirkirin amadekariyên êrişeke berfireh dikin. Li ser xeta dagirkirî gelek sewqîyatên leşkerî pêk tînin.  

ANHA