​​​​​​​Ehmed Xelef berpirsyartiya xwe li hemberî welat bi cih anî

Ehmed Xelef li ser rihê berpirsiyariyê mezin bû. Berpirsiyariya malbatê, piştre ya welatê xwe girt ser milê xwe. Soz da û soz xwe bi cih anî, di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû û navê xwe di nava rûpelên dîrokê de nivîsand.

​​​​​​​Ehmed Xelef berpirsyartiya xwe li hemberî welat bi cih anî
15 nîsan, 2022   00:51
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Ehmed Xelef li gundê Zixêrê yê girêdayî navçeya Çilaxa di sala 2003`an de jidayik bû. Di nava malbatekê de ku ji 3 zarokan pêk tê mezin dibe. Ehmed kurê herî mezin ê malbatê ye.

Ehmed Xelef qonaxa seratayî û navîn ya xwendinê li bajarê Qamişlo diqedîne ku ji xwendekarên serkeftî bû. Di nava rêhevalên xwe de wek xortekî rûgeş û hezker dihat naskirin. Lê ji ber rewşa zehmet a debarê neçar dimîne ku xwedina xwe terik bike û ji bo alîkariya malbata xwe bike dest bi kar dike.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava 2012`an û avakirina YPJ û YPG`ê  ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin û paşê di sala 2015`an de QSD`ê hate avakirin.

Li ser vê esasê, Ehmed Xelef piştî ku perwerdeya leşkerî dibîne, di sala 2021`an de tev li nava QSD`ê dibe ji bo parastina girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê tê erkdarkirin.

20`ê Çileyê borî û bi planeke ji aliyê dewleta Tirk ve, şaneyê çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa ku bi hezeran çeteyên girtî têde ne, kir. Armanc ji êrişê ku çeteyên girtî birevînin û êrişeke din li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne da ku aramî û ewlehiya herêmê xira bike.

Bi berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû hêzên di bin sîwana QSD`ê de plana dewleta Tirk li ser girtîgeha Sînna têk çû û rûpelek nû ji berxwedan û têkoşînê li dijî mezintirîn hêzên terorîst li cîhanê hate nivîsandin.

Ehmed Xelef yek ji şervan û parasvanên girtîgeha Sînaayê bûn. Bi lehengî li hember êrişan sekinî. Ehmed Xelef di 22`ê Çileyê 2022`an de di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû.

Bavê şehîd Ehmed, Samir Xelef der barê taybetmendiyên kurê de wiha axivî: "Ji zarokatiya xwe ve berpirsiyariya rêveberiya malê girt ser milê xwe. Bi rêya vê berpirsiyariyê tev li QSD`ê bû da ku rûmeta gelê xwe biparêze."

Samir Xelef wiha domand: "Bese ku ew bû yek ji mezinan. Di nava heval û xizmên xwe de dihat hezkirin. Alîkariya hewcedaran dikir û bi welatê xwe ve girêdayî bû."

Samir Xelef di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina herêmê ji pilan û êrişên ku dijmin pêk tîne û ev tişt anî ziman: "Rola parastinê di parastina ewlehî û aramiyê de her wiha di parastina xak û rûmeta gelên herêmê de sereke ye. Ji ber vê yekê jî divê em parastinê bikin û li hember çi êrişên li ser gelê me li ber xwe bidin."

Samir Xelef got ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo min şehadeta kurê min pir bi wate ye. Ji ber navê xwe di nava mezinan de nivîsand û ji bo gel û rûmeta welatê xwe canê xwe feda kir."

(bx)

ANHA